Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Em pêşeroja vî welatî ne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Tetwanê xîtabî bi hezaran kesî kir  û wiha got: “Ji min re dibêjin ‘ne kurde.’ Di şexsê min de heqaretê li vî gelî dikin. Em kurdin, tirkin û ermenî ne. Qet ne be sê rojan hişbin. Bihêlin bê ev gel biaxive.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, ger û geşta xwe ya mîtîng û hevdîtina gel li Bedlîsê berdewam kir. Temellî û şandeya li gel wî, piştî Qers, Îdir û Agiriyê derbasî Bedlîsê bûn û beşdarî hevdîtina gel a li navçeya Tetwanê bûn. Hevdîtina gel li ber avahiya HDP’ê ya Tetwanê hat lidarxistin û welatî di saetên serê sibê de herikîn ber avahiya HDP’ê. Welatiyan li ber stranên hatin gotin guven gerandin.

Balkêş bû ku hin jin bi pitikên xwe beşdarî hevdîtina gel ango mitîngê bibûn. Ligel hemû astengiyên polîsan jî bi dehezaran kes li ber avahiya HDP’ê kom bûn. Namzetên HDP’ên yên Hevşaredariyên Tetwanê Serap Çakmak Genç û Habîp Yeşîltepe, rêveber û parlementerên HDP’ê girseya li qadê kom bibûn silav kirin. Namzetên HDP’ê Serap Çakmak û Habîp Yeşîltepe dest pê kê gel silava kirin û soza bi hev re rêvebirina navçeyê dan gel.

 ‘Heta ku tecrîd ranebe, pêştya welat venabe’

Piştre Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî derket ser otobusê û wiha xîtabî gel kir: “Li hemû cihan ligel astengiyên heyî jî bi sedan gelê me li hev kom bûn û em pêşwazî kirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 119 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye. Tecrîdê bi dawî bikin. Bila şer bi dawî bibe. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe, pêşiya welat jî venabe. Divê hemû kes li dijî vê bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin.”

‘Gelên Tirkiyeyê dê bersiva pêwîst bidin te’

Temellî diyar kir ku dê li her derê heqîqetê bînin ziman û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê tim êrîşî HDP’ê dike. Gelê kurd û hemû mûxalifên li dijî AKP’ê dê neçin tu derî. Hemû gelên Tirkiyeyê dê di sindoqan de persiva pêwîst bidin te. Erdogan li Xelatê qers avakiriye. Qey agahiya wî jê tuneye ku gelên Xelatê hemû bi hevre dijîn. Divê em kurd, tirkmen, azerî û hemû gelên din ji wan re bêjin ‘Va ye em li virin hûn herin.’”

Temellî bersiv da Erdogan

Temellî di dewama axaftina xwe de bersiv da serokkomar Erdogan û wiha bilêv kir: “Ji min re dibêje ‘ne kurde.’ Di şexsê min de heqaretê li vî gelî dikin. Em kurdin, tirkin û ermenî ne. Qet ne be sê rojan hişbe. Bihêle bila hinekê ev gel biaxive. HDP pêşeroja vî welatiye. Em di deryayên reşde de weke fanosin. Em pêşeroja vî welatîne.”

Temellî piştî axaftinê, bi dayîkan re buroya hilbijartinê vekir. Piştî bernameyê, Temellî û şandeya pê re, ji bo ku beşdarî vekirina buroya navçeya Norşînê bibin, ketin rê. BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar