Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Ne pirsgirêka bekayê pirsgirêka xizaniyê heye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî li navçeya Cîhanbeylî yê Konyayê xîtabê gel kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bekayê tuneye pirsgirêka bêkarî û xizaniyê heye. Her wiha Temellî da zanîn ku HDP ne tenê ji Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn pêşeroj e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de navçeya Cihanbeylî ya Konya ziyaret kir. Karwana Temellî li duriyana Yeniceoba ji aliyê sedan maşîne ve hat pêşwazîkirin. Temellî bi coş û eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin û bi def û zurneyan derbasî navçeyê bû. Gelê navçeyê jî derketin kolan û kuçeyan û karwan silav kir. Girse bi nîşaneyên serketinê herikîn ber buroya hilblijartinê û heyeta HDP’ê pêşwazî kir. Ewil namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî Mehmet Yalçin û Serap Kaya gel silav kir û diyar kirin ku dê zelalî û demokrasiyê bînin vê navçeyê.

Piştre Temellî hitabî gel kir û da zanîn ku dê bersîvê bidin hişmendiya serdest û wiha got: “Em li Cîhanbeyliyê kurd û tirk bi hevre dijîn. Kes nikare me ji hev cuda bike.”

Wezareta Dadê ker, kor û lal e

Temellî bal kişand ser tecrîdê û wiha berdewam kir: “Birêz Leyla Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê 127 roj in di grevê de ye. Bi sedan girti li gel Leyla Guven, Nasir Yagiz, Strasbourgê di grevê de ne û rewşa wan krîtik e. Hiqûq û edaletê dixwazin. Dixwazin her kes li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe bidin. Bang li me dikin û dibêijn wekî Leyla Guven, Nasir Yagiz li ber xwe bidin. Îro li Amed’ê 3 hevalên me hatin binçavkirin. Wezareta Dadê bi israr li dijî daxwazên girtiyan ker, kor û lal e. Hûn bi ker û koriyê armanc dikin ku tecrîdê belav bikin.”

DMME dema mijar bû Cizîr erka xwe ji bîr kir

Di axaftina xwe de Temellî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bekayê tuneye û bekaya bêkariyê heye û da zanîn ku xizanî li her dere belav bûye û pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke xizanî û betalî ye.

Temelli bal kişand ser biryara Parlamentoya Ewropa (PE) ya der barê muzakereya endamtiya navbera Tirkye û Yekitiya Ewropa (YE) û wiha domand: “Biryara PE’ê şermazar dikin. Em jî we şermezar dikin. Ji ber ku we welat aniye vî halî. Rapora Parlamentoya Ewropa duh hat qebûlkirin. Me heta niha gelek caran bal kişand ser vê rewşê. Lê PE’ê şaş şaş li me nerî. Du gotinên me ji Ewropayê re hene. Me çend çaran hişyar kirin. Lê ji bo penaberan ketin milê hev û li ser penaberan bazariyan kirin. We çavê xwe li heq û hiqûqê girt û nedît. DMME tenê ji bo xwe bû dadgeh. Dema mijar bû Cizîr xwe ji bîr kir.”

Temellî her wiha anî ziman ku HDP ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojihilata Navîn pêşeroj e.

Piştî axaftinê Temellî derbasî buroya hilbijartinê ya HDP’ê bû. KONYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar