PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Temellî: Me 40 hezar hilbijêrên sexte tespît kirin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî da zanîn ku daxwaza Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê daxwazeke hiqûqî û zagonî ye û xwest ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Temellî got ku temenê AKP’ê dê heta sala 2021’an dirêj nebe

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li meclisê pirsên komeke rojnamegeran bersivandin û geşedanên dawî nirxandin. Li gorî nûçeya MA’yê, Temellî di serî de gotina wezîrê karên hundir Suleyman Soylu ku ji bo meşa parlamenterên HDP’ê ya li Stenbolê digot; ‘Ger ez destûrê bidim ku ew bimeşin ez ne zilam im.’ Temellî diyar kir ku weke HDP’ê dê nekevin nava nîqaşên bi vî awayî û wiha got: “Ev nêzîkatiyeke pir zayendîparest e. Ji xwe wezîrekî ku aqilê wî jî wisa ye. Her roj nîşan dide ku ji nirxê mirovahiyê bêpar e.”

Sezaî Temellî piştre jî bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Temellî diyar kir ku Guven êdî bi zorê xwe li ser pêyan digire û wiha domand: “Pir zû diweste û teqeta çongê wê nemaye. Tenduristiya wê xera dibe. Em dixwazin daxwazên wê pêk bên û çalakiyên grevê bi dawî bibin. Tişta Leyla dixwaze di zagonan de jî hene. Em dixwazin li gorî hiqûq û zagonê tev bigerin.”

Serlêdanên parêzeran

Temellî got ku parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re 787 caran serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Lê hemû serlêdan hatin redkirin. Brêz Ocalan 8 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Çalakiya Leyla Guven û çalakiya kesên li derveyî welat, li girtîgeha Kandirayê Sebahat Tuncel, Selma Irmak û bi sedan girtiyên din çalakiyên xwe berdewam dikin. Çareseriyê daxwaz dikin.”

Bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir

Pirsa rojnamegerekî ya têkildarî hevdîtina Mehmet Ocalan a di 12’ê çileyê jî Temellî wiha bersivand: “Brêz Ocalan tu daxuyanî nedan. Rêbaza hevdîtinê, nîşaneya helwesta îktîdarê ya li dijî çareseriyê bû. Ev, hevdîtina bi malbatê re nîne. Di bin venêrtina polîs û leşkeran de hevdîtin pêk hat. Birêz Ocalan got ku ev hevdîtin nayê wateya rakirina tecrîdê. Tenê dibêje ku tenduristiya wî baş e. Ger tecrîd bi dawî bibe dê grev jî bi dawî bibe. Banga bidawîkirina grevê tê kirin. Ev bangên wijdanî û mirovî e. Em hemû jî dixwazin ku greva bi dawî bibin. Lê divê tecrîd bi dawî bibe. Ger em bixwazin ku grev bi dawî bibin, divê daxwazên wan jî pêk bên. Divê em li dijî tecrîdê tiştekî bikin û ji bo vê jî bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim. Divê em destûrê nedin ku çalakvan jiyana xwe ji dest bidin.”

Li dijî hîleyan parastina hevpar

Piştre jî rojnamegeran der barê hilbijartinê û pêvajoya piştî hilbijartinê pirs kirin û Temellî wiha bersiv da pirsan: “Şensê me yê qezenckirina şaredariyên Mêrsîn û Edeneyê zêde ye. Divê ji bo parastina dengan û lîstikên hîleyan, hemû partiyên muxalif xebateke baş bimeşînin. Di nava hîleyên hilbijartinê de YSK, walî û qeymeqam jî hene. Bi aşkerayî hîleyan dikin. Me heta niha zêdetirî 40 hezar hilbijêrên sexte tespît kirine. Tiştê ku hikûmet jê re dibêje; ‘pêşeroja dewletê’, pêşeroja wê û rejîma wê ye. Dibe ku di 2021’an de hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin. Salên 2019 û 2020 dê salên pir aloz û zehmet bin. Temenê vê rejîmê dê heta 2021’an nebe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar