Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Temellî: Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP’ê yên ji bo revîzekirina pergala serokkomariyê ev tişt got: “Heke hûn nikarin bi rê ve bibin navê kod ê vê yekê: Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye. Hûn bixwe wergeriyane mekanîzmaya ku krîzê ava kiriye.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di komcivîna hevftane ya partiya xwe de axivî.  Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser gelek mijarên girîng ên di rojevê de. Temellî li ser mijara rêveberiyên herêmî ev tişt anî ziman: “”Astengiya herî girîng a li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî ne. Em di vê mijarê de amade ne ku bêyî cûcakirina partiya piştgiriya vê yekê bikin. Nêrîneke me ya  dê pêşiya Tirkiyeyê veke û bigihîne aşîtiyê heye. Dema rêxistibûnkirina vê yekê ye. Ji ber vê sedemê em herkesî vedixwînin HDP’ê.”

Temellî bi berdewamî Vedat Aydin bi bîr anî û wiha got: “Ez dixwazim Wedat Aydin bi bîr bînim. Bi rêzdarî bi bîr tînim. Rûperê reş ê salên 1990’î vê komkujiyê vekir. Em kujerên wî zanin lê derneketin holê. Dixwazim Elî Îsmaîl Korkmaz, Elîşêr û Zarîfe, Komkujiya Bosnayê bi bîr bînim. Kesên ku em wan bi bîr bînin gelek in. Bîranîn banga rûbirûbûnê ye. Di bin sîwana Meslisê de em careke din banga dubare dikin. Divê Komîsyona Heqîqetê demek zûtir bê avakirin.”

Di axaftina xwe de Temellî derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê jî wiha got: “17’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê biryareke tazmînatê da. Tu tazmînat nikara van êşan bikuje. Dema ku vê biryarê da jî têkildarî kesên ku îhmala wan heye çekûyek da. Biryara derbarê berpirsyarên komkujiyê (Komkujiya 10’ê Cotmeha ya Enqereyê) derbasî qeydan bû. We ji komkujiya hêviya ku dengê xwe zêde bibin kir.”

Tirkiye di azadiya çapameniyê de li cihanê di rêzên dawiyê de ye

Temellî destnîşan kir ku Weqfa SETA’yê lêkolîneke bi rengî dike, “Çavkaniyên Saziyên Çapameniya Navneteweyî yên Tirkiyeyê”. rojnamegeran hedef nîşan dide û wiha got: “Ka hûn li kesên ku bi çîrokên bîrnameyan hatin ser desthilatê binêrin îro ketine çi rewşê. Ev çi tabloyeke zelûl e.  Di salên 1990’î de vî karê biryargehan dikir, niha saziyên lêkolînê dikin. Wê demê me serdem qevizandine! Dema vê yekê dikin me jî ji bîr nakin. HDP’ê jî têde bi cih kirine. Têkiliya bi me re bi serê xwe bûye hedef nîşandan. Hindik maye ku nûçeyên têkildarî HDP’ê weke sûc bên hesibandin. Sûc kirina rojnamegeran a girtîgehan e. Tirkiye di azadiya çapameniyê de li cihanê di rêzên dawiyê de ye.”

Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye

Li ser pergala serokomarî ya xitîmî jî Temellî ev tişt anî ziman: “Ji bo berdewamkirina vê pergalê dixwazên hemû tiştên têkildarî jiyana demokratîk ji holê rakin. Di pêşiya tunehesibandina azadiyan de ne. Dê MR’ya pergalê bikişînin. Hûn kurte fîlmê salekê yê pergalê bikişînin. Bila ev nelirêtiyên ku we kirine bibin dîrok. Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye. Heke hûn nikarin bi rê ve bibin navê kod ê vê yekê: Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye. Hûn bixwe wergeriyane mekanîzmaya ku krîzê ava kiriye.”

Herî dawî jî Temellî ev tişt anî ziman: “Ka 5 pûan ji faîze daxînin em bibînin ku çi ji enflasyonê dibe. Têkiliyeke bi rengî tuneye. Em di dîrokê de bûyerên bi vî rengî re rû bi rû mane. Bi Çîller re em bi vê rewşê re rû bi rû man. Bi me re bîra fîlê heye. Li gel ku Çîller profesora aboriyê bû jî welat ber bi krîzê ve bir.” ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar