Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya HDP’a Rêya Armûşê de axivî û wiha got: “Rêya aştiyê û çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe”  

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Rêya Armûşê Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Pankartên bi nivîsa “Berxwedana ciwanan dê tecrîdê parçe bike, jiyana nû ava dike” û “Dem dema azadiyê ye” hatin daliqandin. Li gel parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Muazez Orhan û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin û rêz hat girtin. Raporên xebat û malî hatin xwendin û axaftina destpêkê hat kirin.

Hevseroka HDP’a Bajêr a Wanê Handan Karakoyun destnîşan kir ku îktidar çi dike bila bike wê têk biçe û HDP jî wê bi ser bikeve. Hevserokê HDP’a Bajêr ê Wanê Fikret Dogan jî anî ziman ku yên ku polîtîkaya tecrîdê xistine dewrê xwe dixapînin û wê ev felsefe bi ser bikeve.

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana HDP’ê û ew ê îktidarê biavêjin sergoyê dîrokê. Temellî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Mirovê ku me bi vê fikrê da naskirin û pêşiya me vekir niha tê tecrîdkirin. Ez hizûra we de birêz Ocalan silav dikim. Em bi enyad vê fikrê berbelav dikin. Yên li dijî me dixwazin vê fikrê têk bibin. Lê wê bi ser nekevin. Em ê hemû bi hev re dawî li vê tecrîdê bînin. Heke hûn dixwazin vê meseleyê çareser bikin, ev rê ne di vir de derbas dibe, ev rêya aştî û çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Êdî viya baş fam bikin.”

Temellî li dijî faşîzmê banga têkoşîn û rêxistinkirinê li gel kir û got ew ê tifaqa demokrasiyê xurt bikin. Piştî axaftinan, Canan Uzunay û Cevdet Altindag ji bo hevserokatiya Rêya Armûşê hatin bijartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar