Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Temellî: Siberoja azad wezîfeya me ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di 4’emîn Kongreya Giştî ya Asayî de axaftina xatir xwestinê kir. Temellî dê piştî pêkanîna kongreyê wezîfeya xwe dewrî Mîthat Sancar bike.

Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kelecana kongreyê ya li eywanê û wiha got: “Ev coşî, kelecanî ji niha ve gihaye her cihê ku diviya bigihayê. Bawer bin, ev coşiya we, ev dengê we gihaye Îmraliyê, Ocalan.”

‘Şikandina tecrîdê peywira me ya dîrokî ye’

Temellî di axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di van 2 salan de li dijî tecrîda mutlaq a li Îmraliyê ya li dijî rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber greva birçîbûnê. Li dijî tecrîdê me mîsyona aştiyê ya rêzdar Ocalan û ramana wî ya demokratîk li her deverê vegot. Her ku me vegot ramanên li ser aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê yên Ocalan li her deverê deng veda. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna ji bo dahatûya azad peywira me ya dîrokî ye.”

Temelîdestnîşan kir ku du salên bihurî wan hewl daye ku bibin layiqî rêça berxwedanê ya bi sedan salan, tirsa tifaqa AKP-MHP’ê li ber wêrekiya HDP’yiyan çok daniye û ev tişt anî ziman: “Niha dema wê ye ku em wêrekiyê dîsa veguherînin jiyanê, hêvîyê dîsa geş bikin. Dema wê ye ku em sînorên ku netew-dewletên yek reng danîne ji qedera xwe biavêjin. Niha dema wê ye ku em çareseriya Konfederaliya Demokratîk bi rengê vebijêrkeke girîng diyarî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bikin. Niha dema wê ye ku em bêhtir rêxistiniya xwe bikin, niha hê bêhtir dema azadiyê ye.”

Banga tevlibûna tifaqa demokrasiyê

Di berdewamê de Temellî diyar kir ku bi rêxistiniya rêya sêyem xilaskirina gelan a ji faşîzma AKP-MHP’ê û avakirina desthilata xwe berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo ku desthilateke demokatîk bidin ber gelên Tirkiyeyê di serdema nû de wê têkoşîna xwe bidomînin û vê bangê kir: “Li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo ku em demokrasiyê û aştiyê bidin gelan em dibêjin em li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Ne ji bo ku em yek zilam, navendên wesayetê bikin desthilatdar, ji bo ku em rêgezên xwe bikin desthilat, em bang dikin ku tev li Tifaqa Demokrasiyê bibin. Her wiha ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya radîkal de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin. Divê em bi berdewamî demokrasiya xwecih û pergala parlamenter a qeyîmkirî biparêzin.”

Herî dawî Temellî diyar kir niha dema wê ye ku siyasetê bi rengekî xurtir bigihînin kuçeyan, taxan û meclisan. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar