Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Temellî: Tu ji desthilatdariyê bikevî wê faîz jî bikeve!

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP ji desthilatdariyê bikeve wê krîza ekonomîk jî biqede. Temellî wiha got: “Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin, çareserî di rêya 3’emîn de ye.”

Konferansa Rêxistinkirina Serhedê ya HDP’ê li Wanê dest pê kir. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokên bajaran ên HDP’ê, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, parlementerên HDP’ê yên Kurdistanê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ên navçe û bajarên Serhedê tevlî konferansê bûn.

Parlementerê Dêrsimê yê HDP’ê Alîcan Onlu di destpêkirina konferansê de axivî û wiha got: “Peywira me ya lezgîn ev e ku em pêngava rêxistinkirinê bidin destpêkirin. Li metrepolan şîara ‘em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin’ û li Kurdistanê jî ‘em bi siyaseta demokratîk civakê azad bikin’ van civînan li dar dixin.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di konferansê de axivî. Di axaftina Temellî de ev tişt derketin pêş: “Tişta ku ji Tirkiyeyê re girîng e, aştî û demokrasî ye. Ji bo çareserkirina kêşeyan faktora herî mezin doza kurdan e. Nêzikbûna li doza kurdan, nêzikbûna li demokrasî û aştiyê ye. Tekane rêya rizgariyê, rêya 3’yemîn e. Rêya 3’yemîn wê aştî û demokrasiyê ava bike. Heke em vê nekin wê desthilatdarî tundî û pêkutiyê zêde bike. Werin em bi hev re muzakereyan bikin û tişta ji bo civakê baş e, em bi hev re biafirînin.”

Temellî bi berdewamî ev tişt jî anî ziman: “Serokê Bankeya Navendî ji ber ku faîz danexistiye, ji peywirê hatiye girtin. Bi daxistina faîzê re wê muteahîtan rizgar bikin. Heke tu dixwazî faîzan daxîne, dev ji desthilatdariyê berde! Têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîna gel e lê têkoşîna tena serê xwe têr nake. Piştî hilbijartina di 31’ê adarê de, me banga tifaqa demokrasiyê kir. Werin em bi hev re li ser Destûra Bingehîn bixebitin, em peymannameyeke mezin a civakê ava bikin. Bi vê hevdîtinê re doza kurdan dikare were çareserkirin. Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin.”WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar