Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Temellî: Wezîrê Dadê sûc dike

Hevserokê HDP’ê Sazaî Temellî, li Qada Seyît Riza ya Dersimê tev li mîtîngê bû. Temellî bal kişand ser çalakgerên ku tecrîd şermezar kirin û şehîd bûne. Temllî di axaftina xwe de wiha got: “Gunehê van kesên jiyana xwe ji dest da di stuyê we de ye. Wezîrê Dadê 137 rojin sûc dike. Em naxwazin hevalekî me jî jiyana xwe ji dest bidin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî Bajaroka Akpazar a Dersîmê derbasî Dersîmê bû. Piştî karwana HDP’ê gihişt Qada Seyît Riza bi coşek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Li gel Temellî, nûnerên HDP, KCD, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partîzan, DDKD û rêxistinên civakî jî amade bûn û gel silav kirin. Bi hezaran welatiyên Dersîmê tevî berfa zêde bi alên HDP’ê qada mîtîngê xemilandin. Dema Temellî gihişt qadê girsa di bin berfê de sekinîbû bi yek dengî dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.

Di mitîngê de ewilî namzedên Yekîtiya Hêza Şoreşger derketin ser otobusê û gel silav kirin. Girsê pankarta mezin a “Dersim ya mao” vekir û bersîv dan namzedan. Namzetê Yekîtiya Hêza Şoreşger ê Dêrsimê Hidir Demîr axivî û wiha got: “Dikarin sefera Dêrsîmê bikin lê tu car nikarin bi ser bikevin. Em ê şaredariyê bi meclisa gel û vîna gel bi rêve bibin. Gelê Dêrsîmê dê di 31’ê Adarê de vîn û hêza xwe nîşan bide.”

Piştre nûnerê Partîzan Yusuf Topçu jî diyar kir ku axa Dêrsimê pir zilm dîtiye û divê êdî xwe ji vê zilmê rizgar bike. Wekîlê Serokê Giştî yê ESP Şahîn Tumuklu jî wiha got: “Ger ku em li hemberî zilma qeyûm bêdeng bimînin şerm e. Em wekî Yekîtiya Hêza Şoreşger dê dawî li vê hişmendiyê bînin. Di 31’ê Adarê de teqez em ê bi ser bikevin.” Cîgîrê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen jî bang li Gelê Dêrsimê kir û xwezt hemû gelê Dêrsimê li dijî qeyûman hêza xwe bike yek û di 31’ê Adarê de bersîvek baş bidin.

‘Ji niha ve serekftina we pîroz dikim’

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî bi hezaran kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê silav kir û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de bersîvek baş bidin. Em ji niha de serkeftina we pîroz dikin.”

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî û wiha got: “Ev der warê Seyît Riza ye. Li vir dikarin derkefin seferê lê nikarin bi ser bikevin. Ev der Dêrsim e. Qeyûm tayîn kirin û vîna gelê vir tune hesibandin. Her roj ziman, çand û nasnameya me tune dikin û înkar dikin. Xwestin Dêrsimê teslîm bigirin. Lê em şopa kesên serî didin û sir nadin didomînin.”

‘Wezîrê dadê 137 rojin sûc dike’

Herî dawî Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî diyar kir ku wî Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul û Şaredara berê Edibe Şahîn li girtîgehê ziyaret kirine û silavên wan anîne. Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 137 rojin di grevê de ye. Em hewl didin dengê xwe tev li dengê berxwedana wê bikin. Li vî welatî hiqûq nemaye. Siyaseta demokratîk tar û mar bûye. Bê edaletî belav bûye. Yên hêza xwe ji tecrîda mutlaq digirin, xwestin vî welatî bi tecrîdê bi rêve bibin. Xwestin îktîdara xwe bi tecridê bidominin. Lê polîtikaya tecrîdê ev welat têk bir. Ji ber vê yekê em dibêjin dawî li vê tecrîdê bînin. Demek berî demekê bila parêzer û malbat bi rêk û pêk biçin bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Berpirsiyarê van mirinan Wezîrê Dadê ye. Guhenê van kesan di situyê Wezîrê Dadê de ye. Wezîrê Dadê yê vî welatî 137 rojin sûc dike. Êdî divê her kes deng bidin dengê çalakgerên di grevê de. Em carek din bang li wezîrê dadê dikin. Bila êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê 3 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Demek berî demekê gav biavêjin. Mirinê nekin amûrê hilbijartinê.” Bi hezaran axaftina Temllî bi dirûşmeya “Şehit namirin” qut kir.

Temellî anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê li şûna pirsgirêkên civakê guhdar bike her tim civakê perçe dike û cudakariyê dixe nava civakê û  wiha got: “Îktîdar hatiye rewşa ku ji bo 20 milyon mirovên vî welatî re dibêjin biçehime biçin. Em naçir tu deran. Di 31’ê Adarêde hûnê biçin. HDP ne terorîst e. Wekî Dêrsimê li hemû Tirkiye mirovan mil daye hev.”

Temellî, bal kişand ser pankarta “Yê Mao” ya HDP’ê jî û wiha bi dawî kir: “Wekî ku Maovanî tiştekî xerab e nîşan didin. Di jiyana xwe de pirtûk nexwendine. Nasname û zimanê me înkar dikin û bê şert dibêjin ‘Em dengê birayên xwe yên kurd dixwazin’. Em jî dibêjin ji kurdan deng ji were tune. Em bawer dikin ku yek deng dê reng û ruyê Tirkiye biguherîne. Em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Dêrsim Yê Mao.”

Piştî axaftina Temellî Koma Vardiya stran got û mitîng bi stranan bi dawi bû. DÊRSIM

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar