HDP’a Edeneyê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de Gulseren Turan û Mehmet Karakiş weke hevserokên HDP’a Edeneyê hatin hilbijartin. Di kongreyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser komkujiyên li Cizîrê û got; ‘Me Cizîr û Sûr ji bîr nekirine. Me Mehmet Tunç, Asiye Yuksel û pitikên hatine qetilkirin ji bîr nekirine. Yên ku ev kirin, dê yek bi yek bên darizandin.’
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê bi tevlêbûna hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li Eywana Şirîn Muzîkhol a Edeneyê, bi dirûşma ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin, em ê faşîzmê têk bibin’, 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Di destpêkê de cîgirê hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg axivî. Erîg bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got; ‘Vîna gel xesp kirin. Em ê tevî hemû êrîşan jî têkoşîna xwe bidomînin.’
Piştre jî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Ji destpêkê heta niha îktîdara heyî desthilatiya xwe li ser înkar û tunekirnia kurdan ava kir. Vaye li ser qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Silopiyayê ku di 14’ê kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, 4 sal derbas bûn. Di dorpêça 10 bajaran de bi sedan kes hatin qetilkirin. Ev êrîş îro jî berdewamin. Li Cizîr û di jêrzemînên wê de mirov bi saxî hatin şewitandin. Weke ku ev yek nekiribin di axivin. Em wan hemûyan jî nas dikin. Hûn hemû jî li wir bûn. Ji ber vê yekê hûn hemû jî dê bên darizandin.”
‘Me Mehmet Tunç û Asiye Yuksel ji bîr nekirine’
Di berdewamê de jî Temellî anî ziman ku yên maseya aştiyê wergerandin, bi xwe re şer anîn Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Ev 17 salin ev îktîdar dijminatiya kurdan dike. Me Cizîr û rojên ku jin, zarok û pitik hatin kuştin ji bîr nekirine. Me Mehmet Tunç û Asiye Yuksel ji bîr nekirine. Me Sûr ji bîr nekiriye. Yên ku ji îktîdarê veqetiyan, weke ku haya wan jê nebe di axivin. Lê hûn hemû dê bi hev re bên darizandin.”
‘Dê Ocalan careke din li ser maseya aştiyê be’
Temellî got ku bi salane ‘Plana çokşikandinê’ didome û wiha derbirî: “Ev plan didome. Pêvajoya çareseriyê, aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bû. Aqilê çareseriyê hebû. Em ê bi hemû hêza xwe li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Ev maseye dê careke din bê avakirin. Dê li ser maseyê jî birêz Ocalan hebe. Muxatabê wê maseyê birêz Ocalan e.”
‘Girtîgeh veguherînê qadên îşkenceyê’
Herî dawî jî Temellî ev tişt destnîşan kir: “AKP ji bo ku li îktîdarê bimîne, polîtîkayên dijminatiyê didomîne. Endam û rêveberên me bi keyfî digire. Ev bêedaletiye li her deverekê belav bûye. Welat veguheriye girtîgeheke vekirî. Girtîgeh ji bo girtiyan veguherîne cihên îşkenceyê. Îro tecrîd heye. Ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her devera welat belav bûye. Hikûmet bi hiqûqa tecrîdê li ser pêyan digire. Her wiha Li gorî daneyên fermî 139 rojnameger girtî ne. Li vî welatî azadiya çapemeniyê nîne. Li hêla din 17 hezar windakiriyên kujerên wan nediyar hene. Dayikên Şemiyê hemû hefteyan dengê xwe bilind dikin. Ev bê hiqûqî nayê qebûlkirin.”
Piştî axaftina Temellî, HDP’ê raporên xebat û maliyeyê xwend. Piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Gulseren Tural û Mehmet Karakiş weke hevserokên HDP’ê ya Edeneyê hatin hilbijartin. EDENE