Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

‘Temenê dîktatoriyê qediya ye; dê bi têkoşîna jinan têk biçe’

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku temenê dîktatoriya AKP-MHP'ê qediya ye û dê bi muxalefeteke xurt a bi pêşengiya jinan bi temamî têk biçe

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî rojevê ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de salvegera 43’an a damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, li berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, gelê kurd û dostên gelê kurd pîroz kir.

Erzîncan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di damezirandina PKK’ê de girîngiyeke mezin da temsîla xeta azadiya jinan û wiha got: “Têkoşîna azadiya jinan li ser vê bingehê di nava PKK’ê de tim mezin bû. PKK kir partiyeke jinan. Ji bo pêşketina rêxistinî û xeta azadiyê ya jinan bi PKK’ê tim pêngav da kirin. Gihand heta vê demê. Rêberê me bi avakirina PKK’ê re tevkariya herî mezin a stratejîk li azadiya jinan kir. Jin bi tevlibûna li nava refên PKK’ê gihîştin cewhera xwe, potansiyel û hêza xwe nas kirin. Di şexsê jinên kurd de têkoşîna me ya azadiyê ku bi Sakîne Cansiz dest pê kir bi hezaran şehîd da, tevî bi milyonan xebatkar, sempatîzanên xwe bûye Rojhilata Navîn û gerdûnî bûye. Asta jinên kurd niha gihîştiye asta ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Lewma avabûna PKK’ê ji bo jinan bûye roja jinûve avabûn û hebûnê.”

Di axaftian xwe de Besê Erzîncan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Yek ji sedemên bingehîn ên dîlgirtina Rêber Apo bi komploya navneteweyî û bicihkirina li Îmraliyê, karên wî yên ji bo rizgarkirina jinan ji koletiyê ye. Rêberê me ji bo hewldanên xwe yên ji bo azadkirina jinan, afirandina mirovên azad, bi rengekî nedîtî hatiye tecrîdkirin. Lewma em sekna berxwedan û azadiyê ya ku Rêberê me li girava Îmraliyê nîşan dide careke din silav dikin.”

Têkoşîna li dijî tecrîdê bi pêşengiya jinan tê meşandin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku xeta azadiya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû sedema tirs, nerazîbûn û hêrsa mezin a sîstema bi serweriya mêr û ev tişt anî ziman :” Serweriya mêr, nerazîbûn û hêrsa xwe ya ji ber jidestdana koleya xwe ya jinan, Rêberê m e dîlgirtî û di nava tecrîdê de dihêle. Rêberê me rê û rêbazên azadiya jinan nîşan da. Hewldan û serketinên Rêberê me yên ji bo azadkirina jinan ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Afirandina jinên kurd ên bi fedaîtî li dijî DAIŞ’ê şer kirin û li ber xwe dan, berhema Serok Apo ye. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Rêberê me rastiya jinan a azadbûyî afirand, şoreşa herî radîkal a sedsala 21’ê, pêşengiya şoreşa jinan kir. Bi îdeolojiya xwe, bi modela rêxistinî û pergala jiyanê deriyên afirandina jiyaneke cuda vekir. Bi rastiya jinên kurd hezaran carî ispat bû ku tez û perspektîfên azadiyê yên Serokê Apo çiqasî rast in.

Bersiva herî mezin a li lêgerînên azadiyê yên jinan û mirovahiya di tarîtiyê de mayî, di parêznameyên Rêberê me de heye ku li Îmraliyê nivîsandiye. Ji ber vê yekê Rêberê hemû jin, gel û baweriyan e ku yên dixwazin azad bibin. Em jinên kurd xwe bi şens dibînin ku xwedî rêberekî bi vî rengî ne. Em minetdarê Rêberê xwe ne. Ji bo me şenseke mezin e ku bi Rêber Apo re di heman demê de dijîn, pê re têdikoşin û hevrêtiyê dikin.”

Azadiya Rêberê me rojeva me ya bingehîn e

Besê Erzîncan anî ziman ku jinên kurd ji bo rakirina tecrîda 22 salan a li ser Ocalan û azadkirina wî di têkoşînê de roleke sereke lîstin û wiha pêde çû: “Weke Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe û fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bibe em pêşengiyê dikin. Azadiya Rêberê me rojeva me ya bingehîn e. Di azadiya Rêberê xwe de em jin azadiya xwe dibînin. Sedema birîna cezayê qedexekirina hevdîtinan a ji bo 6 mehan, helwest û sekna azadiyê ya Rêberê me ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê her ku tengav dibe polîtîkaya tecrîd û zextê bêhtir li Rêberê me ferz dike. Li hemberî vê yekê jî Rêberê me di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi têkoşîna azadiyê ya gelê me, gerîla û jinan re jî desthilatdariya tirk a faşîst dê nikaribe encamê bi dest bixe.”

Erzîncan diyar kir ku Ewropa li pêşberî tecrîda li dijî mirovahiyê ya dewleta tirk a li ser Ocalan tim bêdeng ma û wiha got: “CPT tu carî rola xwe bi cih neanî. Parlamentoya Ewropayê di vê mijarê de gelekî bêkêr e. Lewma helwesta Ewropayê diyar e. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd naxwaze. Rastiya Tirkiyeyê ya lawaz tim bi kêrî Ewropayê tê.”

Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ragihand ku bi milyonan mirovên ji gelên Ewropayê tev li kampanyayên azadiyê yên ji bo Ocalan dibin û wiha domand: “Bîrdoziya azadiyê ya Rêberê me mîna lehiyekê li cîhanê belav dibe, tê pejirandin. Ji vî alî ve tecrîda li ser Rêberê me tê bêwatekirin. Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî. Lewma ya esasî berxwedana me ye, rêxistinî û têkoşîna me ye. Di vê çarçoveyê de pêngavên me yên ‘dem dema azadiyê ye’ û ‘li dijî qirkirina jinan dema parastina jinan û parastina civakê ye’ dê hîn bi xurtî bê meşandin. Her wiha em ê li gel dostên xwe yên enternasyonalîst û hevalên xwe têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Bicihkirina PKK’ê di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de şerma herî mezin a mirovahiyê ye

Besê Erzîncan hewldanên ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ jî ev nirxandin kir: “Hebûna navê PKK’ê li lîsteya ‘rêxistinên terorê’ şerma herî mezin a mirovahiyê ye. PKK tevgereke azadiyê ye. Têkoşîn, çalakî û îdeolojiya xwe diyar e. Di têkbirina DAIŞ’ê de rola PKK’ê gelekî mezin bû. PKK ji her rêxistinê, ji her dewletê bêhtir temsîla xeta azadiya jinan dike.

Bi plan û peymanên qirêj ên Amerîka û Ewropayê bi taybetî jî Îngilistan û Fransayê, Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Di vê serdemê de jî kurd hîn di statuya mêtingeriyê ya navneteweyî de ye. Berpirsyarê bêstatuhiştina gelê kurd li Rojhilata Navîn ev hêz in. Hîn jî mafên çandî û zimanê dayikê yê kurdan li Tirkiyeyê nayên naskirin. Mafên rêveberiya xweser, xwerêveberiyê yên kurdan ji nedîtî ve tên. Halbûkî di serî de DYE, welatên Ewropayê dewlemendiyên xwe yên heyî bi talankirina gel û jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn, asyayî û afrîkayî bi dest xistin. Naxwazin dest ji van berdin. NATO jî ji aliyê cewherî ve rêxistineke welê ye ku derewên van dewletan dinixumîne, dizan diparêze û ewle dike. Çavkaniya hiştina PKK’ê li nava lîsteya ‘rêxistinên terorê’ û piştgiriya NATO’yê ya ji bo dewleta tirk bi vî rengî ye. Bi kurdayetiya noker û xiyanetkar re bi her awayî têkiliyê datînin, lê li ser kurdîtiya azad a ku xwe dispêre hêza xwe bi her cûreyî polîtîkaya tundiyê rewa dibîne. Lê belê li cîhanê gelek rewşenbîr, fîlozof, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar li ber hiştina PKK’ê li lîsteya ‘rêxistinên terorê’ helwestê nîşan didin. Bala xwe bidin ser; di nava gelên cîhanê û jinan de îtibara PKK’ê gelekî mezin e. PKK bi vî rengî di nava gelan de tevgereke rewa ye, taybetî piştî têkoşîna DAIŞ’ê ev îtibar bi dest xistiye. Ji aliyê gelan ve tê qebûlkirin û piştgirî jê re tê dayîn. Lewma ev biryara neheq, bêexlaq û bêwijdan a ji aliyê dewletan ve hatiye wergirtin bê rakirin. Ji bo vê jî di serî de jin divê têkoşîneke xurt û bi bandor li her qadê bê meşandin. Lewma yek ji rojeva me ya sereke derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ye.”

Divê têkoşîn û yekitiya jinan li her qadê bi pêş bikeve

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî tundiya li ser jinan û asta têkoşîna jinan nirxand û ev tişt anî ziman: “Nakokiyên ekolojîk, neteweyî, çînî û zayendî yên ku xwe dispêrin newekhevî, bêedaletî û desthilatdariyê vê demê kûrtir bûn, veguherîn krîzê. Tengaviyên kûr mirovan dixe nava lêgerînan. Yên ku herî zêde ketine bin bandora van tengavî û krîzan jin in. Lewma têkoşîna azadiya jinan herî zêde vê demê bi pêş ve diçe, bi rêxistin dibe û çalakiyên xwe zêde dibe. Têkoşîna me ya azadiya jinan jî îro gihîştiye asteke gelekî girîng. Şoreşa me ya jinan ku di şexsê Rojava de şênber bû li Kurdistanê, Rojhilata Navîn belav dibe, dibe malê cîhanê. Şoreşa me ya jinan weke şoreşa herî radîkal û mezin a mirovahiyê mîna rojekê tînê dide, ronî dike. Pênasekirina şoreşa jinan di heman demê de tê wateya qutbûna ji sîstema mêr a serwer a pênc hezar salî.”

Erzîncan destnîşan kir ku pêwîstî pê heye li her cihî têkoşîn û yekitiya jinan bê xurtkirin û wiha axivî: “Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan jî beriya her tiştî divê jin bibe xwedî feraseta xweparastinê û vê ferasetê li nava civakê birêxistin bike. Li dijî êrîşên li ser têkoşîna azadiya jinan gelekî girîng e ku di pîvanên îdeolojiya rizgariya jinan de kûr bibin, jin xwe perwerde bikin, bêhtir xwedî li felsefeya azadiya jinan derkevin û xwe birêxistin bikin.

Têkoşîna me ya rizgariya jinan dê bi rêxistiniyên xweser, bi mezinkirina îrade, gotin û çalakiyan pêk were. Êdî ne tenê ji bo bidestxistina hin mafên jinan, divê em ji bo armancên mezintir têbikoşin. Lewma dema ji aliyê me ve bê nirxandin pêwîstî pê heye ku jiyan ji nû ve bê nirxandin, sererastkirin.”

Temenê dîktatoriya faşîst qediya ye pêwîstî bi muxalefeta bi pêşengiya jinan heye

Besê Erzîncan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a riziyayî bi êrîşa li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê temenê xwe dirêj bike û wiha got: “Lê belê nepêkane ku ev zîhniyeta civakê dike kole li ser pêyan bimîne. Civaka Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên aboriyê di nava krîzeke giran de ye û di nava hilweşînê de ye. Civak gihîştiye wê astê ku êdî nema dikare polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê rake. Lewma temenê vê dîktatoriya ku bi xeyalên dewleta Osmanî ya nû li herêmê tevdigere qediya ye. Ya girîng sekna muxalefetê ye. Ya diyarker jî ev e. Eger li Tirkiyeyê muxalefet li pêşberî civakê ji dil be, li ser bingeha têkoşîneke hevpar li ber desthilatdariya faşîst rabe wê teqez bi ser bikeve. Jin jî wê bibin pêşenga çalak a vê muxalefetê.”

Besê Erzîncan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletan ên li dijî jinên kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şexsê jinên kurd de tê xwestin ku hêviyên azadiyê yên jin û gelên Rojhilata Navîn bê qedandin. Rêya pûçkirina vê jî zanebûn û rêxistinî ye. Her ku gelê me, jin xwe zane nekin, birêxistin nekin û li ber bûyerên diqewimin ranebe wê dijmin hîn bêhtir xwe bi rêxistin bike.

Di vê çarçoveyê de erka me jinên kurd de ku di pêvajoya bê de li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê pêşengiyê ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re bikin. Em neçar in ku li gel bawerî û gelên Rojhilata Navîn faşîzmê bi hev re hilweşînin û jiyana azad û nû ava bikin. Li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr, Şengalê em pêşengiyê ji çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyîn û neteweyî yên gelê xwe re dikin.

Lewma em jinên kurd xwedî dîrokeke girîng a azadiyê û tecrûbeyên girîng in. Ev dem dema herî têgihiştî ya jinan û gelê me ye. Ev yek avantajeke gelekî girîng e. Desthilatdariya faşîst a dewleta tirk bi zorê li ser pêyan dimîne. Di vir de ya girîng ew e ku em jin, gelên azadîxwaz, bawermend, kedkar, ciwan bi rola xwe tevbigerin, têkoşînê bi biryardarî û bi hevkarî dewam bikin.

Êdî kes nikare pêşî li lêgerîn, daxwaza azadiyê ya jinên bigire. Dema ku em di nav de ne rojên afirandina başî, nûbûn, bedewiyê ye. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin û heta jê tê tev li pêngavên me yên azadiyê bibin. Eger rê û rêbazên rast bên bikaranîn û têkoşîn bi vî rengî bê meşandin wê serketin teqez a jinan û gelan be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar