Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû

Meryem Soylu ya ku hevaltiyê bi Ayten Beçet a li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî vegot. Soylu ji bo Beçet wiha got: “Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê gelek xurt bû.”

Girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Tîma M a Jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî Meryem Soylu ya ku li heman girtîgehê bi Beçet ma behsa jiyana wê kir.

Meryem Soylu ya li girtîgehê gelek nexweşînê wê hebûn piştî ku 9 sal û 6 meh cezayê xwe raza 3 meh berê gihîşt azadiya xwe. Soylu 5 sal li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ma. Soylu ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û da zanîn ku li qada hevpar a girtîgehê pirr bi hev re sohbet dikirin û wiha got: “Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû. Min jê re jî digot di navbera temenê te û zanebûna te de gelek ferq heye. Di warê îrade, girêdan û biryardariyê de gelek xurt bû. Pir girêdayî Ocalan bû. Digot ‘canek min heye ez wî jî fedayî vê têkoşînê bikim.”

Soylu anî ziman ku Beçet li pevçûnên bajaran gellek hevalê wê jiyana xwe ji dest dane û di bin tesîra wan hevalê xwe de gelek mabû û got: “Wê demê di girtîgehê de bû û gelek bi hêrs bû. Hovîtiya li bajaran qebûl nedikir.”

Li zîndanê dersên kurdî dida

Soylu destnîşan kir ku Ayten Beçet ji bo zimanê kurdî ketibû nava gelek hewldanên mezin û wiha got: “Di zîndanê de perwerdehiya bi kurdî dida. Hevalên nû dihatin girtin û bi kurdî nizanibû dersa kurdî dida wan. Ji bo zimanê kurmancî gellek ked dida.” Soylu got piştî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir Ayten Beçet ji bo bikeve grevê gellek caran xwe pêşniyar kir lê wek refaketvan hat wezîfedarkirin.

Soylu bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Yek mijara jinan heye we jî tecrîdkirina Ocalan e. Her car girêdana xwe tînin ziman. Jin ji bo tecrîdê bişikînin ji her cûre têkoşînê re amade ne.”

Soylu bêdengiya civakê ya li dijî greva birçîbûnê û tecride rexne kir û got: “Xwezî ez ji zîndanê derketima. Li zîndanê ruhek fedekar heye. Divê ew ruh xwe li derve jî derxe holê. Dayikê me li ku ne? Êdî tiştek em winda bikin nîne. Xeta me ya sor serokatiya me ye. Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane li ku ne? Her ku bêdengî dewam bike dê ji girtîgehan darbest derkevin. Divê jin û dayik vê bêdengiyê bişikînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar