Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Temînata azadiyan Partiya Çepên Kesk e

Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo temînata yasayî ya mafên bingehîn divê Partiya Çepên Kesk, bi awayekê pir xurt cih di Meclîsê de bigire.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku ji bo li têkoşîna mafên mirovan, edalet û aştiyê di Meclîsê de dewam bike, bû namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk. Turkdogan got: “Partiya Çepên Kesk, bi komeke xurt a Meclîsê, wê parastina jiyana azad, ekolojî, mafên xwezayê û civaka demokratîk dabîn bike. Em li bendê ne ku gelê Stenbolê terciha xwe li wê gorê bike.“

Hiqûqnas Ozturk Turkdogan, cih di nav damezirandina KESK’ê de girtiye û bi salan şêwirmendî û endamtiya Desteya Rêvebir a Giştî ya ewil kiriye. Turkdogan, piştî KESK’ê, şêwirmendiya hiqûqê di Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) de kiriye û sala 2002’yan dest bi têkoşîna ji bo mafên mirovan kiriye. Heta 25’ê adara sala 2023’yan Hevserokatiya Komeleya Mafên Mirovan kir. Turkdogan, endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem û yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz e. Salên dawîn di warê têkoşîna li dijî polîtîkayên necezakirinê de û binpêkariyên li Tirkiyeyê xebitî. Cih di nav têkoşîna ji bo azadiyê de girtiye. Damezirînerekê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye. Bi awayekê taybet li ser mijarên hiqûqa ceza ya navneteweyî û edaleta ceza li xebata xwe dewam dike. Turkdogan, xwe amade dike ku bi Partiya Çepên Kesk di Meclîsê de li têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan û hiqûqê dewam bike.

Turkdogan ku ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an ku pêvajoya diyalogê hatiye qedandin, bêyî navber şer û pevçûn berdewam in û got ku ji ber şer gelek binpêkarî û krîza aboriyê çêbûne. Turkdogan, bi domdarî wiha got: “Mafên aborî û civakî gelek zirar dît. Bi vê demê, desthilatdarî qediya, neyasayîbûna di nava dewletê de zêde bû, dewlet otorîter bû û ji ber otorîteriya wê niha dest bi guherînê dibe. Ya rast yên berxwedêr kir ku ev guherîn çêbibe. Êdî wext e ku tecrûbeya min bi salan ji warê mafê mirovan wergirtiye, di warê siyasetê de bi kar bînim.“

Li Stenbolê emê bi ser bikevin

Turkdogan diyar kir ku tiştê ew herî pir dixwaze, ew e ku bibîne ku dest bi pêvajoyeke nû ya aştiyê bûye û cih di nav wê pêvajoyê de bigire û got ku ew pê bawer e ku ew ê gelek parlamenteran li Stenbolê derbixin û wiha got: “Em ê helwesta xwe ya diyar a çûyîna bi ser binpêkariyan mafê mirovan û dabînkirina van binpêkariyan de, li Meclîsê nîşan bidin.“

Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn li Tirkiyeyê bi cih nayên anîn

Turkdogan, zextên li ser Dayikên Şemiyê bi bîr xistin û got ku biryara qedexirina Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê, kêfî ye û wiha axivî: “Mafê derbirînê, mafê civîna li hev û xwepêşandanê, mafê herî bingehîn e. Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryar da ku ev binpêkirina maf e, lê biryarên wê li Tirkiyeyê bi cih nayên anîn. Bi vê jî pênaseya herî xweş a rejîma otorîter a li welêt dibe. Em ê van bişînin. Ez bawer im ku roja Şemiyê ya piştî 14’ê Gulanê, anku 20’ê Gulanê em ê girseyeke qerebalix, li vê qada li ber Lîseya Galatasarayê li çalakiya xwe dewam bikin. Ez jî par li vir hatim destgîrkirin. Niha hevalên me her hefte tên destgîrkirin lê ev wê zêde dewam neke. Bi vê têkoşîna siyasî û demokrasiyê, em ê vê derê cardin azad bikin.“

Em li hêviya gelê Stenbolê ne ku terciha wan Partiya Çepên Kesk be

Turkdogan bi lêv kir ku bizaveke guherînê ya pir xurt tê û ji guherînê re pir nemaye û destnîşan kir ku divê Partiya Çepên Kesk bi komeke xurt li meclîsê bê temsîlkirin. Turkdogan, ev tişt anîn ziman: “Hemû partî behsa Makeqanûna nû û demokratîk dikin. Eger em bixwazin feraseta înkarkirina gel û çandên vî welatî biqedînin; mafên bingehîn ên hemû komên etnîk, bawerî, mafên kesan, di Makeqanûnê de mîsoger bikin, divê Partiya Çepên Kesk, bi awayekê pir xurt di cih nav Meclîsê de bigire. Bi taybetî ji aliyê zayenda civakî, mafên jin û zarokan ev mecbûrî û hewce ye. Tifaqa Cimhurê jixwe tifaqek e ku parastina bîrdoziya fermî dike, soza wê ji bo me bi tenê ew e ku me bixe girtîgehan. Tifaqa Miletê, bi tenê behsa restorasyonê dike. Restorasyon ne bes e. Partiya Çepên Kesk, wê bi komeke xurt a Meclîsê, jiyana azad, ekolojî, parastina xwezayê û civaka demokratîk dabîn bike. Ji wê boneyê, bi taybetî em dixwazin ku koma me bi awayekê pir xurt cih di Meclîsê de bigire. Em li hêviya gelê Stenbolê ne ku terciha xwe li wê gorê bike.“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar