Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Tenduristiya 200 girtiyên di grevê de krîtik e

Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD’ê parêzer Yasemîn Dora Şeker diyar kir ku li Girtîgehên Herêma Çukurovayê girtiyên di grevê de ziyaret kirine û nêzî 200 girtiyên di grevê de rewşa wan krîtîk e

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Parêzerên ÎHD, ÇHD û Baroya Edeneyê li ser serlêdana malbatan li girtîgehên Herêma Çukurova girtiyên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin. Ji endamên heyetê Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD’ê parêzer Yasemîn Dora Şeker,  der barê ziyaretan de axivî.

Şeker diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 20 girtî, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê 8 girtî, li Girtîgeha Tîpa T 1-2 ya Osmaniyê 39 girtî, li Girtîgeha Tarsûsê 133 bi giştî 200 girtî di greva birçîbûnê de ne û ev agahî parve kir: “Me bi girtiyên di greva birçîbûnê re hevdîtin kir. Rewşa tenduristiya kesên di grevê de pir xerab bû. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a 2 a Osmaniyê ji 1’ê Adarê ve Îbrahîm Sutçu, Mehmet Emîn Dal, Şakîr Çayin û Ahmet Aycan bi zorê dimeşiyan û bê hal bûn. Dîsa li girtîgehê Siraç Yuksel li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû. Yên di grevê de serê wan gêj dibe, bê hal in. Mahdê wan dixele, çavê wan tarî dibe. Li hemberî deng, ronî û bêhnê pir hesas bûne. Girtiyan di navbera 12-15 kiloyan de zeîf bûne. Her wiha pirtûk, rojname û amûrên girtiyan desteser dikin. Li ser kanalên TV yan jî tecrîdê dadîtin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar