Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tenduristiya girtiyên di grevê de nayê kontrolkirin

Girtiyê bi navê Burhan Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhan a Edeneyê dimîne û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 125 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe da zanîn ku ev 2 meh in ku bijîşkan tenduristiya wan kontrol nekiriye. Çelîk banga hestiyariyê li raya giştî kir

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li hêla din çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn a 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 11 roj li pey xwe hişt û çalakiya koma duyemîn ku ji 15 kesan pêk tê jî îro dest pê kir. Bi destpêkirina çalakiyan re zextên li ser girtiyan zêde bûn. Mafên girtiyan tên binpêkirin.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Burhan Çelîk e. Çelîk li Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhan a Edeneyê tê girtin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 125 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Çelîk têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehê bi rêya malbata xwe agahî parve kirin. Çelîk di serî de banga hestiyariyê li raya giştî kir û got ku ew di çalakiya xwe de bi israr in.

Banga hestiyariyê kir

Di berdewamê de jî Çelîk diyar kir ku tevî wî, 8 kes li girtîgeha wan di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Ev nêzî du mehin ku bijîşkan tenduristiya me kontrol nekiriye. Li revîrê û beşên din ên tenduristiyê, bijîşk nînin. Tenê hemşîreyek kîlo û tansiyona me dipîve. Ev rewş jî rê li ber encamên neyînî vedike. Em dixwazin ku di vê mijarê de raya giştî bi hestiyarî tevbigere. Em dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe, dê çalakiya me berdewam bike.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar