Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Tenduristiya Nasir Yagiz nebaş dibe

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 122’yemîn û Fedîle Tok roja 62’yemîn de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin di roja 122’yemîn de ye. Her ku diçe rewşa Yagiz a tenduristiyê xirab dibe, bi taybet pirsgirêka bêxewî û bêtaqetî pir lê giran bûye.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a başûrê Kurdistanê di roja 122’yemîn de ye. Her wiha çalakiya hemwext a bêdem û dorveger jî bi koma 61’an dewam dike. Herî dawî di 1’ê çileya 2019’an di roja 73’yan de Yagiz rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fedîle Tok di roja 62’yan de bi biryardarî didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 94’an de didome. Çalakî hemwext a bêdem û dorveger jî ji aliyê koma 33’yemîn ve hate dewirgirtin.

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 99’an de ji aliyê koma 50’î dewam dike.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî, endama Meclisa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Greva Celal di roja 5’emîn de ye. Her wiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 28’an de dewam dike. Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 20’an de ye. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar