Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tenduristvanan ji bo rewşa Guven hişyarî da

Kedkarên tenduristiyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven axivîn û dan zanîn ku rewşa wê ya tenduristiyê giran dibe. Kedkaran daxuyand ku guherînên heyî nîşan didin ku rewşa Guven dibe ku di her kêliyê de biguhere û rê li ber encamên nebaş veke

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 89’emîn de berdewam dike. Rewşa teneduristiyê ya Leyla Guven jî roj bi roj xerabtir dibe û êdî di asteke krîtîk de ye.

Hat zanîn ku ji ber rewşa giran a tenduristiyê, Leyla Guven êdî nikare bi tena serê xwe bimeşe, êşa mîdeyê lê giran bûye û bi zehmetî avê vedixwe. Li gorî agahiyan, tansiyona Guven gelek ketiye, bêhal bûye, nikare razê, bi zorê avê vedixwe, êşa li mîdeya wê giran bûye û ji ronahî û bêhnê aciz dibe. Hat ragihandin ku Guven bêyî alîkaiyê nikare bimeşe û heta niha 11 kîlo û nîvan zeîf bûye.

Kedkarên tenduristiyê

Têkildarî mijarê tenduristvanan hişyarî dan û destnîşan kirin ku di demên destpêkê yên greva birçîbûnê de ji ber kêmbûna karbonhîdratan û helîna donê bedena mirovan, mirov kîlo li xwe kêm dike. Tenduristvanan daxuyand ku bi dewamkirina greva birçîbûnê re proteîna li masûlkeyan kêm dibe. Her wiha hat gotin ku ji ber greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 89’an û êşên li masûlkeyan lê der bûne, aşkera ye ku proteîna li masûlkeyan dihele. Tenduristvanan anî ziman ku ev guherîn jî nîşan didin ku rewşa wê ya tenduristiyê di her kêliyê de dikare ji nişkan ve biguhere û dibe ku rewşeke nayê xwestin rû bide. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar