Li gorî çavkaniyên dîrokî, di çaryeka yekemîn a sedsala 16’an de Mîrên Kurd ji bo avakirina ‘Rêveberiya Kurdistanê’ nekarîne li hev bikin û yekîtiyê pêk bîne, Seraya Osmaniyan xwest rêveberiya Kurdistanê bi rêxistinkirina Begîtiyên Amed û Mûsûlê pêk bîne. Di dema parvekirina vê rêveberiyê de beşek axa Kurdistanê jî ket para Helebê. Ev pêvajo bi Peymana Qesrê Şîrîn ya di sala 1639’an de bi dawî bû, jixwe bi vê peymanê re Kurdistan di navbera Osmaniyan û Împaratoriyên Îranê bi awayekî fermî hatibû parvekirin.
Wekî ku tê zanîn Şerê Cihanê yê Yekem, şerê di navbera Îngilîstan û Almanyayê de bû ku dixwestin Împaratoriya Osmaniyan û Kurdistanê di nav xwe de par ve bikin. Îngîltere û Fransa yên ku di şer de bi ser ketin, di dawiya şer de Împaratoriya Osmaniyan û Kurdistan di nav xwe de parve kirin. Bi Peymana Sevrê re nexşeya vê parvekirinê hate xêzkirin lê Tevgera Kemalîst a ku xwe li Enqereyê bi rêxistin kiribû û ev nexşe di pratîkê de xera bû, vê carê bi Peymana Lozanê re nexşeyeke nû hate xêzkirin. Peymana Lozanê jî di navbera her sê hêzan de di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hate îmzekirin.
Dîsa li gorî çavkaniyên dîrokî yek ji rojeva herî girîng a nîqaşên Lozanê ‘Pirsgirêka Mûsilê’ bû. Di wê demê de Kerkûk ji aliyê îdarî ve girêdayî Mûsilê bû û nifûsa kurd li Eyaleta Mûsûlê (bajar) ji nîvê nifûsê zêdetier bû. Yanî bajarê Mûsûlê bajarekî kurdan bû. Ji ber vê yekê mijara ku weke ‘Pirsgirêka Mûsilê’ dihat nîqaşkirin, di rastiyê de nîqaşa ‘Pirsgirêka Kurd’ bû. Yanî ev nîqaş dihat kirin ku di avabûna nû de wê rewşa kurdan çawa be.
Di encamê de axa Begên Amedê dan pê Tevgera Kemalîst. Erdên kurdan ên di bin rêveberiya Helebê de ketin para Fransa û wê piştre ji dewleta bi navê ‘Sûriyeyê’ ya ku wê piştre bihata avakirin re bihata hiştin. Şerê mezin li ser vî tiştî bû ku wê ‘Mûsûl a kê be.’ Ji bo çareserkirinê ev pirsgirêk birin ji Cemîyetî Akvam ku wekî Neteweyên Yekbûyî ya îro bû. Xebatên Cemîyetî Akvam li ser esasê ‘dengdana gel’ dihate kirin. Rêveberiya Îngîltereyê tirsiya ku wê kurd dengê xwe bidin rêveberiya Enqereyê û ji ber vê xebat bloke kir. Piştre sûd ji berxwedana li bakurê Kurdistanê wergirt û li ser hinek şertan bi rêveberiya komara tirk a ku nû hatibû avakirin re da qebûlkirin ku Mûsûl di nav axa Iraqê de were hesibandin û ji Îngîltereyê re were hiştin. Bi Peymana Enqereyê ya di 25’ê Hezîrana 1926’an de sînorên di navbera Îngîltere û Tirkiyeyê hate diyarkirin. Piştî parçebûna pêşîn a di sala 1639’an de di sala 1926’an de jî ‘Kurdistana Osmaniyan’ jî bi awayekî fermî di navbera sê netewe dewletan de hate parvekirin.
Dema ku netewe-dewleta Iraqê hate avakirin, ji bo feraset û siyaseta qirkirina kurdan pêk bînin, vê parçekirina dawîn a Kurdistanê jî têr nekir. Jixwe ji nîvî zêdetir wîlayeta Mûsûlê kurd bûn û ev wîlayeteke kurdan bû. Di vê rewşê de diviyabû ku rêveberiya Mûsilê ji kurdan pêk bihata. Ji bo pêşiya vî tiştî bigirin, parçekirinên din anîn rojevê, axa wîlayeta Mûsûlê jê stendin û wîlayetên nû yên Iraqê derxistin avakirin. Berê bajarê Kerkûkê ji Mûsilê hate veqetandin û kirin wîlayeteke cuda. Piştre Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebce kirin wîlayetên cuda. Bi vî awayî bajarên ku piraniya wan kurd bûn ji Mûsûlê hatin veqetandin û Mûsûl kirin qadeke ku kurd lê kêm bin. Berê dema qala ‘Pirsgirêka Mûsûlê’ dihate kirin ‘Pirsgirêka Kurdan’ dihat bîra mirov lê a niha wîlayeta Mûsûlê wekî wîlayeta ereban tê dîtin û naskirin.
Di pêvajoya avakirina wîlayetên nû de rewşa herî balkêş li Kerkûkê derket holê. Li wîlayeta Kerkûkê ku nû hatiye avakirin, kurd, ereb, tirkmen û kêmneteweyên din hebûn. Bi rastî ev rewşa Kerkûkê ne rewşeke ecêb bû. Netewe-dewleta Iraqê ya nû ku li ser esasê Peymana Lozanê hat avakirin, wekî rewşa Kerkûka mezin bû. Di nav sînorên dewleta Iraqê de ereb, kurd, tirkmen û civakên din û kesên ji ol û mezhebên cuda bi hev re dijiyan. Ji ber vê yekê li gorî nîjadperestiya netewe-dewletê ev pirsgirêkeke wisa bû ku nedihat çareserkirin. Ji ber ku nijadperestiya navborî neteweyek, olek û mezhebekê ji xwe re dike esas. Rêgeza sereke ya nîjadperestiya netewe-dewletê ev bû. Di vê rewşê de wê neteweyek, olek û mezhebek serdest bibûya û yên din jî wê bihatana sirgûnkirin an jî asîmîlekirin. Sedema sereke ya pevçûnên sedsalê yên bêdawî, nakokiyên çaresernebûyî û şerên ku naqedin ev bû. Bi rastî jî pêkhateyên cuda yên netewî, olî û mezhebî bi hev re dijiyan û pirsgirêkên wan bi hev re tunebûn. Komên etnîkî yên cihê bi zimanêhev dizanîn û diaxivîn. Karakterê faşîst û tekparêz ê nîjadperestiya netewe-dewletê şer û nakokî derxist holê.
Niha di van rojên dawî de Kerkûk dîsa xistine rewşeke aloz û gef li ser gefan tê xwarin. Her kes bi awayekî cîddî qala ‘Pirsgirêka Kerkûkê’ dike û dibêje ‘Kerkûka me’ û naxwaze yên din bibîne. Sîxurên faşîzma AKP û MHP’ê yên li Kerkûkê îlan kirine ku ‘Kerkûk bajarekî tirkmenan e’. Li gorî nîjadperestiya ereban jî ‘Bêyî ku were nîqaşkirin Kerkûk bajarekî ereban e’. Herçiqas hejmara wan gelekî kêm be jî nîjadperestên kurd jî dibêjin ‘Kerkûk bajarekî kurdan e.’
Diyar e ku di demên berê de nifûsa kurdan li wîlayeta Mûsûlê ji nîvî zêdetir bû û ev der wekî axa kurdan dihate hesibandin. Niha jî li Kerkûkê nifûsa kurdan yeko yeko ji yên zêdetir e lê ji temamê nifûsa din ne zêdetir e. Ji ber vê waliyê Kerkûkê kurd bû û alîkarên walî jî ji gelên din bû. Makeqanûna Iraqê hewl da ji bi Kerkûkê pergaleke nû ya rêveberiyê ava bike. Lê ne li Iraqê û ne jî li Kerkûkê ev pergal nikare pêk were. Jixwe ev pergal jî ne tam zelal e û têra xwe ne demokratîk e jî. Dema ku nîjadperest jî ji her alî ve tên tahrîkkirin û nahêlin ku pergal were pêkanîn, ji ber nêzikatiyên wisa yên nîjadperestiyê vê pirsgirêka Kerkûkê ya wisa derdikeve holê.
Heke em bi aşkere û zelal bibêjin, dewleta tirk dixwaze tirkmenan tahrîk bike, rêxistinbûna wan zêdetir bike û heke firsendê bibîne Kerkûkê dagir bike. PDK a ku ji xeynî xwe tu siyaseta kurdan nas nake, bi hinek hêzên ku ne kurd in tifaqê dike û dixwaze li Kerkûkê bi tenê ew wekî siyaseta kurdan bimîne. Derdorên erebên nîjadperest jî di her firsendê de xebata vî tiştî dikin ku Kerkûk di bin bandora wan de be. Gelekî zelal e ku pergala netewe-dewletê nikare hemû pirsgirêkên Kerkûk û Iraqê çareser bike. Berovajî wê nîjadperestiyên heyî bi nakokî û şerên li Kerkûk û Iraqê civakan ber bi rewşên xetere ve dibin.
Tecrubeyên sedsala borî nîşan didin ku sîstema netew-dewletê ya niha nikare ne Iraq û ne jî Kerkûkê bi rê ve bibe û nikare rê li ber nakokiyan bigire û nikare aştî û aramiyê bîne. Tenê feraset û siyaseta neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye dikare vê pêk bîne. Sîstema konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk ku avahiya siyasî ya pergala neteweya demokratîk e, dikare van pirsgirêkan çareser bike û aştî û aramiyê ava bike.
Yekane modela çareseriyê ya ji bo Iraq û Kerkûkê, modela netewe û konfederalîzma demokratîk e. Ji ber ku neteweya demokratîk ne neteweya ziman, ol, ax û aborî ye. Neteweya demokratîk neteweya yekîtiya feraset û çandê ye. Di bin nasnameya neteweyî ya bilind a ‘Iraqîzm’ de hemû nasnameyên neteweyî bi azadî dikarin xwe bi rêxistin bikin û tevlî yekîtiya demokratîk bibin. Sermesele li Kerkûkê hemû avadaniyên neteweyî û olî dikarin hebûna xwe bi azadî bi rêxistin bikin, wekî rêveberiya demokratîk a bilind dikarin konfederasyona demokratîk a Kerkûkê ava bikin. Ji ber ku bi salan di warê çandî de nêzî hev in û di dîrokê de bi hev re jiyane, ev tişt dikare pêk were. Bila yekîtiya wan a ferasetê hebe û baweriyê bi rêveberiya demokratîk bînin.
Çareseriya neteweya demokratîk ji bo Iraq û Kerkûkê ne bijardeyek e, tekane çareserî ye ku wê pirsgirêkan çareser bike û aştiyê pêk tîne. Alternatîfa vê çareseriyê tune ye. Rêveberiya konfederal a demokratîk a bilind ku wê li ser bingeha rêxistinbûnên pergalên xweser û demokratîk ên avadaniyên etnîk, wê ji bo Iraq û Kerkûkê karibe pirsgirêkan çareser bike û aştiyê pêk bîne, ev tekane pergal û tarza vî tiştî ye. Qet nebe kurdên azadîxwaz û hêzên ku bi rastî jî ji demokrasiyê bawer dikin, dikarin li dora çareseriyeke wisa bibin yek û ji bo pratîzekirina vî tiştî têkoşîneke hevpar bi rê ve bibin. Heke di warî de dereng bikevin û têkevin nav lêgerînin nû wê karesatên nû pêk werin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka