Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tenê pirsek ji rojnamegerên dibin çavan de kirin!

Rojnameger Mehmet Şah Orûç ê li Mêrdînê di dema çalakiya şermezarkirina qeyûm dişopan de hat binçavkirin û piştî 7 rojan hat berdan, diyar kir ku ligel ku gotin ew rojnamegerin jî dibin çavan de pirsa “Roja çalakiyê, we li wê derê çi dikir?” ji wan pirsîn e

Nûçegihanên ajansa MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20’ê tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûmên tayînê Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin, dişopandin hatin binçavkirin.

5 rojnamegerên 7 rojan li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê dibin çavan de man, roja 26’ê tebaxê hatin berdan. Nûçegihanê ajansa MA’yê M. Şah Oruç, derbarê serpêhatiya xwe de axivî û diyar kir ku ji bo ku çalakiya şermezarkirinê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bişopînin li çûn wê derê.

Oruç anî ziman ku polîsan bi awayekê tund mudaxileyî girseya li ser şaredariyê kirin û wiha axivî: “Di mudaxileya polîsan de bi dehan welatî birîndar bûn. Çawan ku me êrîş û mudaxileya polîsan girt kamerayê, polîsan em kirin hedef. Nexwestin ku dimenên wan ên tundiyê, di raya giştî bê dîtin û belavkirin. Ji ber vê em binçavkirin. Dema ku em binçavkirin, destên me paşve kelepçe kirin. Ligel ku me got em endamên çapemeniyê ne jî destên me paşve kelepçe kirin û heqaretan em binçav kirin. A herî balkêş jî polîsan mûdaxileyî xebatkarên medya hawûzê nekirin. Tenê mûdaxileyî me kirin. Li ber çavan wan em 5 rojnameger bi heqaretan binçav kirin.

‘Tenê pirsek pirsîn’

Orûç da zanîn ku piştî 7 roj binçavkirinê, îfadeyên wan girtin û wiha got: “Dema em birin îfadê, tenê ev pirs ji me pirsîn. ‘Roja çalakiyê, we li wê derê çi dikir?’ Me jî got, em ji bo şopandinê nûçeyê çûbûn. Em rojnamegerin. Ligel vê yekê jî bi awayekê tewş dîsa pirsa ‘Hûn li wê derê çi dikin?’ ji me kirin.”

‘Çapemeniya Azad wê ji bo hemû kesan pêwîst be’

Oruç dest nîşan kir tiştên dinava heftiyekê de jiyan, ji bêhiqûqiya heyî, hempîşeyên wan ên bi salane di girtîgehan dene û dozên derbarê bi sedan rojnamegerên hatine vekirin de, ne cudane û wiha bilêv kir: “Em ê tu carî astengkirina mafê gel ê agahî girtinê, nêzîkatiyên tune hesibandina azadiya ramanê û hemû ferastên bi vî awayî qebû nekin. Pêdiviya hemû gelên Tirkiyeyê bi azadiya çapemeniyê heye. Rojnamegertî ne sûce û çapemeniya azad wê rojekê ji bo hemû kesan pêwîst be. Çi dibe bila bibe emê dev ji karê xwe bernedin. Teqez divê em tiştên tên jiyîn ragihînin û rastiyan mirovan re vebêjin.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar