Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e

Li navçeya Ebexê ya Wanê tabelayên bi kurdî û tirkî yên navên gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû rakirin. Tenê tabelaya bi navê tirkî daliqand. Li ser nerazîbûna gelê kurd, qeyûm neçar ma ku navên kurdî jî li ser tabelayan binivîsîne.

Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de îdia kiribû ku wan di bin navê ‘nûkirina tabelayan de tabelayan rakirine û ji bo navê kurdî jî têde cih bigire xebata wan didome. Rakirina navên kurdî ne mijara gotinê ye.’

Piştî daxuyaniya qeyûm li navçeya Ebexê tabelayên navê kurdî yên bi dehan gund hatibûn rakirin û tenê navê tirkî hatibûn daliqandin. Piştî nerazîbûnan tenê li cihekî navê kurdî li ser tabelayê hatin bicihkirin lê vê carê xeletiyên nivîsandina navên kurdî balê dikişîne ser xwe.

Bêtehamuliya li dijî kurdî

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gonul Uzunay bertek nîşanî daxuyaniya qeyûm da û got ku lêborîna wî ji kirinên wî mezintir e û di sala 2014’an de şaredariyên wan ên di bin rêveberiya DBP’ê de van tabelayên gundan bi kurdî û tirkî çêkirine. Uzunay destnîşan kir ku qeyûm tehamulî zimanê kurdî û hebûna kurdan nake û li ser vê yekê tabelayên kurdî rakiriye û kengê şaredariyê wan werin desteserkirin ewilî tabelayên kurdî dikin armanca xwe û da zanîn ku heke ne ji bertekên civakê bûna wê tabelayên kurdî nehatine daliqandin û ew êdî bi niyeta qeyûman baş dizanin.

Her wiha Uzunay anî ziman ku dijminatiya li ser zimanê kurdî carek din di rakirina tabelayan de xwe da nîşandan û ji ber van polîtîkayan divê gelê kurd hin bêtir xwedî li zimanê xwe derkeve, pê biaxive û fêrî zarokên xwe bike. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar