Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Tenê yekitiya neteweyî dikare pêşî li dagirkeriyê bigire’

Welatiyên Balekayet û Soranê diyar kirin ku şert û mercên heyî ji bo avakirina yekitiya kurdan û Kongreya Neteweyî ya Kurd derfet afirandine. Welatiyan diyar kir ku tenê bi yekitiyê dikare pêşî li êrîşan bê girtin

Êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk tînin. Li hemberî vê êrîşê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê bersivan didin û li herêmê şerekê gelek dijwar heye. Têkildarî mijarê welatiyên Balekayet ên Qendîlê û yên herêma Soranê ji Rojnewsê re axivîn. Welatiyan bal kişandin ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û li dar xistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.

Der barê mijarê mamoste û aktîvîstê bi navê Aram Zirar anî ziman ku dewleta tirk a dagirker ji sîstema demokratîk û pêkvejiyanê ya li rojavayê Kurdistanê ditirse û wiha domand: “Ditirse ku ev pergal rojekê faşîzma wê biruxîne. Berxwedana li Rojava hişt ku li her çar parçeyên Kurdistanê kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê bibe xwedî heman helwest. Divê li dijî van êrîşan Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin. Bi vê yekê re em dikarin bersivê bidin van êrîşan. Ger hêz û aliyên siyasî yên kurd hevbigirin dê bikarin di demekî zû de serkeftinê bidest bixin.”

Helwesta cîhanê rexne kir

Aktivîst Huner Kakehemed jî di serî de helwesta cîhanê ya li dijî êrîşê rexne kir û got ku yên ku her tim qala demokrasiyê dikin îro li dijî êrîşan bêdeng in. Kakehemed bi lêv kir ku tenê yekitiya kurdan dikare pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigire. Aktivîst Diyarî Faxir jî got ku helwesta aliyên siyasî yên Başûr di asteke pêwîst de nînin. Faxir xwest ku hizbên kurdî dest ji berjewendiyên hizbayetî û kesî berdin û ji bo yekitiyê bixebitin.

‘Ji dîrokê dersan bigirin’

Ji aktîvîstên Soranê Nasih Hesen û Hîwa Ehmed jî bi lêv kir ku divê kongreya neteweyî were lidarxistin. Welatiyan daxuyandin ku divê hêzên kurd vê êrîşê weke derfetê bibînin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin. Welatiyan diyar kir ku divê gelê kurd ji dîrokê ders bigire û dawî li xiyaneta navxweyî û parastina biyaniyan bînin. Welatiyan herî dawî jî anîn ziman ku şert û mercên heyî lidarxistina kongreya neteweyî ferz dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar