Beriya ez dest bi vê nivîsê bikim ji we re çîroka du keşîşan bêjim. Dibêjin rojekê du keşîş ji bo biçin gundê beramber di rê de li kêleka çem zarokekî keç ya biçûk dibînin ku digirî. Yek ji wan keşîşan diçe gel keçika biçûk û jê dipirse çima tu digirî? Keçika biçûk jêre dibêje ew mala he ya beramberî çem mala meye û vê siharê ez ji wir rêketim hatim vî aliyê avê ji xwe re dilîzim lê dema min xwest ez herim malê ez hatim min dît ku çem bilind bûye û ez nikarim vê avê derbaz bikim. Keşîş jêre jibêje negirî keçika biçûk emê te derbaz bikin. Radihije keçika biçuk dixe milê xwe û dibe aliyê din yê avê. Herdu keşîş jî li ser rêya xwe diçin. Piştî du demjimêran keşîşê din jêre dibêje me sond xwarîbû ku em destê xwe nedin tu jinekê, tişta te kirî gunehek pir mezine. Destê xwe dana jinekê hazên cuda niha bi te re dane çêkirin. Keşîşê din bersiva wî wisa dide. Min beriya du demjimêran ew paş xwe de hişt lê tu hîna wê dihilgirî.
Yek jî pirsgirêkên me yên herî mezin ewe ku em bi rêya kesekê, tiştekê, heyberekê, fikrekê, tevgerekê, hevaltiyekê, malbatekê, olekê û xwestekekê keyfxweşbûyîne. Em wisa difikirin ku keyfxweşiyê bi rêya tiştekê destbixin. Her çendî em bi malbat, heval, kes, tiştan dixwazin vê tenêtiya xwe bi dawî bînin jî lê hertim di hindirê xwe de em bi tenê dimînin. Ji ber em wê tenêtiyê fam nakin û me dide tirsandin, tiştekî xwe pêve bidîn zeliqandin lê digerîn. Bi vê re zêhna me hertim di nava lêgerînê deye û tiştekî xwe pê hêdî bike dibîne. Ji bo em keyfxweşiyê bibînin em wê di pirtukekê, di kel û pelan de, di mirovan de, di fikran de, di pereyan de lêdigerin, bi vê re jî êdî mirov, tişt, pere, fîkir têne rewşeke pir girîng de, ji ber ku em bi rêya wan li keyfxweşiyê digerin bi vê re em bi wan ve girêdayî dimînin. Li kêleka vê hîna jî tirsek û tenêtiyek nayê pênase kirin xuya dike. Ger ez we ji bo keyfxweş bibim karbînim hûn tên rewşeke pir bêwate de cih digrin, ji ber ku ya ez hewil didim bigrim keyfxweşiya mine. Xema min tenê dibe tiştek bi destxistin û bi vê destxistinê ez we didim karanîn. Gelo ma ne şerte em vê tirsê, vê tenêtiyê, vê valehiyê, vê êşê fambikin? Ez dibêjim ger em vê fambikin ji bo em keyfxweş bibin emê tu tiştî weke amûrekê karneînin. Ne heskirina xwe, ne evîndariya xwe, ne malbata xwe û ne jî tiştekedin. Ya ku dilê me tehrîb dike ev tirsa tenêtî, valehî û nekeyfxweşiyê ye. Gelo emê vê fam bikin? Emê bikarin vê çareser bikin? Em piranî xwe tenê hîs dikin ma ne wisane? Em çi dikin jî ji vê tenêtiyê xilas nabin, pirtukan dixwînin, hesdikin, tv temaşe dikin, dikevin malperên civakî, digerin, kom dibin lê hîna jî xwe tenê hîs dikin. Ew tenêtî di hişmendiya me de di qunceke kur de xwe bi cih kiriye. Emê vê tenêtiyê çawa derxin holê? Hemû meyla me li ser gazind kirinê ye. Tiştekî em nizanin, em jê ditirsin jê gazindan dikin. Em tenê ne û ji tenêtiyê ditirsin, yê ku tirsê dide avakirin çiye? Ma ne wateyên ku em hîna nizanin tenêtî çiye li me dide nîşandane? Ger me rastiya tenêtiyê famkiriba emê ji wê netirsaban, lê ji ber tenê di derheqê wê de xwedî fikrekîn, ji wê direvîn. Ya ku tirsê dide avakirin ji wê reve, ne lê meyzandine. Kengê me temaşeyî tirsa xwe kir emê xwe nêz bikin û hesbikin.
Gelo em carna guhdariya tenêtiya xwe jî dikin, dibe ew rêyek be ku ya em dixwazin xwe bigihîninê be. Ger tenêtiya me nehatibe şêwedan, bi xwebin dibe tiştekî bêhempabe. Ji ber ku hertiştê ji derveyî tenêtiyê jêçûyînek, revek, dîqata xwe dana tiştek dine. Ger bêyî em gazindên xwe ji wê bikin, bi wê re rast jiyan bikin wê tevahî rêyên heqîqetê ji me re nîşan bide. Kêliya zêhna me bi fikrekê yan kesekê li keyfxweşiyê negera, wê ev tenêtî were famkirin. Em niha bi derekê ve hatîne girêdan û dixwazin wan girêyên xwe vekin, ji ber ku ew girê me diêşînin. Heya ev girê me têr dike, me keyfxweş dike, em naxwazin jê dorkevin lê dema wê girêyê em êşandin, ji me dorket, temaşeyî derekedin kir, mir, tune bû wê gavê em dixwazin xwe ji wan girêyan rizgar bikin. Bi vêre ji ber ku em wan girêyan famnakin û jê direvin di demeke kin de em bi girêyên hîn mezintir ve têne girêdan û ev rewş wisa dewam dike. Bi vî şêwazî emê nekaribin tenêtiya xwe jî fambikin. Ji ber ku hindirê me hertim bi paşeroj, pêşeroj, bîranîn, şêwedanan tijiye. Ji bo zêhneke saf, zelal divê evane bimirin. Ji bo hûn xwe bes bidin qebulkirin, dilrehim, xwebin, divê ev were kirin. Gelo hûn niha dikarin bi kesayeta xwe re jiyan bikin, hûn ji xwe ne memnunin û ji tenêtiya xwe ditirsin.
Heta ev neyê fêmkirin tê nekarî govenda xwe bigrî û strana xwe bistirî.