Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Têr û tijî jiyan, her kêliya jiyanê bi salan dagirtin…

Gelek caran kêlek, goreke şoreşgeran jî nîne. Lewma Cûmalî bi têr û tijî jiya, her kêliya jiyanê bi salan dagirt, di dilê xwe de manewiyat, di mejiyê xwe de jî utopya xwedî kir û bi vî rengî jiya

Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî qadên gerîlayan êrîşên dijmirovî pêş xist. Çekên kîmyewî bi kar anî û sûcê mirovî kir. Li pêşberî vî dijminê hov û xayîn û nokerên mîna PDK’ê şervanên azadiya Kurdistanê berxwedaneke bêhemp pêş xistin û rê nedan ku xayîn û neyar bi ser bikievin. Berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê bû destaneke lehengiyê. Di vê berxwedanê de gelek şervanên azadiyê jî bi lehengî şer kirin û şehî dûn. Yek ji wan jî şervanekî ji Çorûmê Cûmalî ye.

Hêvîdar Ceylan di Ajansa Firatê de wiha behsa vî lehengî dike: Her kesî navê wî bi berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê bihîst. Piştî ku şehîd bû hate naskirin. Ji ber ku PKK’ê mirovên bi vî rengî ne. Bi xirqeyekî, bi pariyekî nan dijîn. Mazlûm Dogan hîn kiriye ku şoreşgerî bêmalbûyîn e, Hakî Karer hîn kiriye ku bi yek-du heb zeytûn û pariyek nan mirov têr dibe, bi hemaltiyê şoreşgerî dikare bê kirin, Hayrî Dûrmûş asta şoreşgeriyê bilind kiriye ku çi bike jî divê her tim xwe deyndarê gelê xwe bibîne û nîşan daye ku fedayîtî bêdawî ye. Şoreşger dema ku sax in, navê wan zêde nayê zanîn. Barê gelan hildigirin ser milê xwe, xemsariyê ji xwe re dikin derd. Lewma jî yên din wan nikarin fêhm bikin. Carna ne malbata wan, ne xizmên wan, ne jî hin kesên ji nava gelê ku ji bo wan têdikoşin…

Yên ku xwe nekirine fedaî, yên ku nekarîne ezeztiyê ji ser xwe rake, yên ku tenê ji bo xwe jiyane nikarin wan fêhm bikin. Bi wateya şoreşgeriyê, bi wateya fedakirinê, bicihanîna wezîfeya xwe û şehadeta di vê oxirê de fêhm nakin.

Bi van gotinan ez ê hewl bidim hinekî qala Cûmalî bikim, wî bidim naskirin. Gelo ez ê çiqasî karibim vebêjim? Nediyar e. Lê belê vegotina fedaiyekî şehîd bûye, gelekî bi wate ye.

Fermandarê fedaiyan Cûmalî li Çorûmê ji dayik bû. Yên ku malbata wî nas dikin dibêjin ku şoreşger û demokrat in, ji taybetmendiyên neolîtîk ên gund mezin bûye. Piştî ku bû ciwan koçî Îzmîrê kir ji bo xwendinê, li vê derê jiya, lê belê jiyana modernîteya kapîtalîst nekarî wî daqurtîne. Herikîna jiyana sîstemê çiqasî xurt jî be Cûmalî yê ji Çorûmê jê xurtir e. Lewma jî bi cewhera xwe herikî, guh da gotinên Pîran û berê xwe da şoreşgeriyê.

Dema ku celadan bi dehan canên Elewî li Sêwasê qetil kirin, Cûmalî nekarî xwe li vê rabigire. Ji ber ku diviyabû kes neşewitiya, kes nehatibûya şewitandin. Diviyabû ti faşîstekî çav sor û dewleta har newêrîbûya bi vî rengî bikira. Bi vê hêrsê baweriya xwe bi wê anî ku sosyalîzm wê rizgariya gelan misoger bike, vê yekê ji xwe re dike nasnameya şoreşgeriyê, biryarê dide ku Apoyî rêya herî rast û rasteqînî ye. Şoreşgeriya Cûmalî bi vî rengî destpê dike.

Li bajaran dixebite, rojnameyan belav dike, dirûşman qirîre, kovara Ozgur Halkê digihîne ciwanan û gel. Dema pêwîstî pê dibe pêşengiyê ji çalakiyên li bajaran re dike, pê li serê faşîstan dike. Kes nikare li ber dilê wî yê evîndarê doza azadiyê bibe asteng, hişmendiya wî ya ronakbîriyê ti şaşitiyan qebûl nake. Pêşengiyê ji serhildanên dijî Komploya Navneteweyî re dike, dikeve destê dijmin, bi mehan li zindanê tê hiştin, lê belê dilê xwe yên tûj û xurt dike. Tişta ku li metropolan bike êdî kiriye û dem hatiye ku berê xwe bide çiyê. Di demekê de ku hinek radibûn digotin ‘PKK qediya ye, çend meh mane, êdî bi têkoşîna şoreşgeriyê encam bi dest nakeve’, li dijî tasfiyekariya navxweyî û derve, Cûmalî yê ji Çorûmê di asta herî bilind de dilsoziya xwe bi Apoyî nîşan da.

Hîn salek bû ku li nava gerîla bû, biryar da tevlî nava rêxistiniya hêzên taybet bibe û bibe fedaî. Xwe perwerde dike, xurt dike, li gelek qadan kar dike û berê xwe dide Gabarê. Li Gabarê, li Mêrdînê pênc salan gerîlatiyê dike, dibe fermandar, tevlî gelek çalakiyan dibe, birîndar dibe, lê belê meşa xwe ya şoreşgerî timî dewam dike. Dema ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, êdî fermandarekî bi tecrûbeyên mezin e. Dem hatibû ku danheviya xwe parve bike, bi cih bîne. Cûmalî dibistanan vedike, akademiyan ava dike, hem karkeriyê dike, hem jî fermandariyê. Carna dibe şagirt, carna jî mamoste. Her ku hîn dibe bêhtir hîn dibe û hîn dike. Ne yek, du, bi sedan fedaî perwerde kir. Belê, fedaî dema ku sax in navê wan nayê zanîn. Her tim dilnizm, her tim bi deyndariya li gelê xwe dijîn. Ne zêde diaxivin, ne zêde derdikevin pêşberî ekranan, ne jî navê wan li kaxizan têne nivîsandin.

Xwe ji navdariyê vedigirin, ji populîzmê gelekî aciz in, kariyerîzmê jî weke nexweşiyekê dibînin. Lewma jî navê wan zêde nayê bihîstin.

Cûmalî bi vî rengî dijî. Halbûkî gelekî hez ji kişandina wêneyan dike. Baş zane, ku li dû gerîla ji bilî bîranîn û wêneyan tiştek namîne. Gelek caran kêlek, goreke şoreşgeran jî nîne. Lewma Cûmalî bi têr û tijî jiya, her kêliya jiyanê bi salan dagirt, di dilê xwe de manewiyat, di mejiyê xwe de jî utopya xwedî kir û bi vî rengî jiya. Ruhê wî ewqasî mezin dibe ku bandorê li her hevrêyên wî dike. Dema ku dikene kenê wî li çiyê deng vedide, rûkeniya wî li kulîlkên biharê dineqişe. Cûmalî mîna kulîlkan dikene û kulîlk jî mîna gerîla dibişkivin li van çiyayan.

Cûmalî dersan dide, hunera leşkerî bi pêş ve dibe, kûr dibe, diafirîne. Di serma zivistanê de bi gora û pêlava şil jî dersê dide. Havînê dema ku xwêdan ji eniya wî diherike jî ji hevrêyên xwe re qalê dike. Bi dehan hevrêyên xwe dide pey xwe û tatbîqatan dike, ji bo hevrêyekî wî bibe sekvanekî baş carna bi rojan pê re eleqedar dibe. Di teknîka leşkerî de timî tiştên nû diceribîne, ji afirîneriya bêdawî ya gerîla bawer dike. Jenerator xera dibe ew çêdike, dema ku di eşyayên teknîkî de pirsgirêk rû didin ew çareser dike.

Li mangayê lê dimîne timî eşyayên teknîkî yên xerabûyî hene. Ji ber ku tevgera Apoyî bi qîmetê her nirxekî zane. Nirxên partiyê ne tune dike, ne jî dide tunekirin.

Cûmalî sekneke welê ye ku kesayetên fedaî diafirîne. Yên ku derbên giran li sîstema TC a hov dixin, şervanên wî ne. Şervanên wî ne ku sîstema parastina hewayî afirandin û li serê dijmin dixin. Xwe fedayî doza azadiyê ya gelê Kurd kiriye. Zane ku heta gelê Kurd azad nebe li Rojhilata Navîn kes azad nabe. Aliyekî Cûmalî tirk e, aliyekî wî jî kurd e. Enternasyonalîst û sosyalîst e. Sînorên faşîzma netewe dewletê di kesayetî û mejiyê de xwe parçe parçe kiriye. Nayê zanîn ku kengî hatiye gotin, lê belê tê gotin ku hevalê Cûma carekê jê re gotiye, ‘Hevalê Cûmalî tu gelekî dişibe hevalê Kemal Pîr. Hem rûyê te, hem jî taybetmendiyên te dişibin wî’. Ji bo Cûmalî yê ku gelek tişt ji îdeolojiya Apoyî hîn bûye, ev gotin dibe manîfestoyeke tevlîbûnê. Dixwaze bibe mîna Kemal Pîr, dibe mîna wî. Hewldan, lêgerîn û têkoşîna wî bi vê wateyê ye. Carna bi henek dibêje ‘Ka li min binerin, ez bi rastî jî dişibim hevalê Kemal Pîr?’ Ne tenê dişibe, di heman demê de dibe weke wî, dibe Kemal Pîr ê vê demê.

Dil û mejiyê Cûmalî bixwaze li dûr gerîlatiyê bike jî li gorî pêwîstiyan hevrêyên wî jê dixwazin ku li Avaşînê bimîne û lê dimîne. Neviyê pîran Cûmalî derwîş e, fedaî ye. Lewma ji bo wî dem û cih ferq nake. Radihêje çeka xwe û berê xwe dide Avaşînê. Di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve tê hezkirin, dibe cihê hurmetê. Hem fermandar e, hem hevrê ye, ji bo her kesî can e. Carna li ser serê çiyayê bi berfê xemilî, carna li quntarê çiyê ye. Erzaqê hildide ser milê xwe, ji bo hevrêyên xwe diçe nêçirê. Carna tu dibîne civînê çêdike û taktîkên leşkerî bi pêş ve dibe. Carna li mutbexê ji bo hevrêyên xwe xwarinê çêdike. Ji bo Cûmalî sînorê şoreşgeriyê tune ye, ji bo wî şoreşgerî ew mirov in ku dikarin cîhanê di dilê xwe ve bi cih bikin û bibin cîhane. Cûmalî di her tiştî de bi huner e. Helbestan dinivîsîne, stranan dibêje. Kenê wî li quntarê Avaşînê deng vedide.

Dema ku operasyonê destpê kir, rawestgeha wî Werxelê ye. Hevrêyên wî û yên ku wî nas dikin dibêjin, ‘Eger Cûmalî li Werxelê be temam e. Ew der teqez nakeve’. Ji ber ku bi jêhatîbûna wî zanin, hem ji aliyê taktîkên leşkerî ve serwer e, hem jî ciwanmert e ku natirse. Mîna ku hevrêyên wî pê piştrast e dijî, têdikoşe û di encama berxwedana pênc mehan de di encama êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd dibe. Cûmalî û hevrêyên wî, yanî komek ji gerîla li ber dewletê radibin, çokê li artêşê didin tewandin, teknîka şer a vê serdemê têk dibin. Bi sedan carî gaza bi jehr tê bikaranîn jî, gelek caran çekên kîmyewî têne bikaranîn jî timî çareyekê jê peyda dikin.

Dema ku dibihîse çar hevrêyên wî di dema nobedê de bi bandora kîmyasalê dikevin, bi giraniya hevrêtiyê bêtedbîr û zû ji bo rizgarkirina hevrêyên xwe dibeze. Ne li kîmyasalê difikire, ne jî li dijmin. Yekane derdê wî ew e ku hevrêyên xwe tavilê rizgar bike. Û çar hevrêyên wî jî didin pey wî. Dema ku hewl didin çar hevrêyên xwe yên bi kîmyasalê şehîd bûne rizgar bike, ew bi xwe jî dikevin bin bandora kîmyasalê û şehîd dibin. Çend hevrêyên mayî jî bi wê hêrsê bêhtir dibin fedaî û bi rojan li dijmin dixin, bi rêbaza fedaî şehîd dibin.

Cûmalî ne tenê milîtanekî wêrek, fedaiyekî bêtirs bû. Ew fermandarê fedaî yê fedaiyan bû. Fermandarê nemir û pêşeng ê berxwedana artêşê bû, dewlet û artêşa wê têk bir. Apoyiyekî tirk bû ku ji bo azadiya gelê kurd, li navenda Kurdistanê, Kurdistan parast. Dema ku Cûmalî li Werxelê li ber xwe dida, hin nokerên ku ji xwe re dibêjin kurd in hewl didan ji pişt ve xençerê li berxwedana wî bixin. Cûmalî mîna kulîlkekê li dîroka pak û bi rûmet a kurdan neqişî. Yên ku mîna rûreşiyê li dîrokê bi cih bûn jî ew xayinên nokerin. Em nizanin ku ev sekna wî hinekan li şermê bixe yan na, lê belê mîna Kemal Pîr ew bû heqîqetek ku li navenda Kurdistanê berxwedan hîn kir.

Weke me got; navê şoreşgeran, navê fedaiyan zêde nayê zanîn. Tenê piştî ku şehîd bûn mirov wan nas dikin. Bila bê zanîn, li van çiyayan Cûmalî yê ji Çorûmê hebû mîna Kemal Pîr. Îro jî bi hezaran fedaiyên li ser şopa wî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar