Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Terora dewleta tirk

Dewleta tirk ji bo terora xwe pêk bîne hin bajar wekî pîlot hilbijartine. Yek ji wan deveran jî Wanê ye. Li Wanê tevahiya şaredariyên wê di bin dagirkeriya walî û qeymeqamên AKP’ê de ne. Ew şaredariyên ku ji aliyê HDP’ê hatibûn bidestxistin niha jî dagirkirî ne. Piştî vê dagirkeriyê jî li Wanê rewşeke awarte dest pê kir. Ji sala 2016’an û vir ve kes nikare çalakiyekê bike û şahiyekê pêk bîne. Dewletê her tişt qedexe kiriye. Ji bo tirsê têxe nava gel jî hin bûyerên hovane pêk tîne. Yek ji wan jî wê were bîra we. Ji helîkopterê avêtina kurdan bû. Cihê ku ev bûyer lê pêk hat Wanê bû. Herî dawî jî eskerên artêşa tirk bi ser gundekî Wanê de girtin û terora xwe pêk anîn. Ji bo binçavkirina kurdekî bi sedan esker şandin. Eynî wekî salên 1990’î an jî wekî çeteyên DAIŞ’ê ji bo dagirkeriyê berê xwe didan gundan. Çawa ku DAIŞ’ê ji bo dagirkirinê berê xwe didan gundan, çeteyên Erdogan jî heman tiştî li gundên Kurdistanê dikin. Ev dîmen jî nîşan dide ku ji salên 1990’î ve tiştek neguheriye. Bi van dîmenan tê dîtin ku dewleta tirk hebûna wê ji bo dagirkeriyê ye. Di vî dîmenî de hem hovîtî, dijminahî û faşîzma dagirkeriya tirk heye.

Li Kurdistanê dewleta tirk bi terora xwe heye. Zilmê dike, îşkence dike û komkujiyan pêk tîne. Tiştekî ku bide gel tuneye. Ji sala 2015’an û vir ve ev yek bi awayekî aşkere xuya dike. Bajar û navçeyên kurdan bi erdê re kirin yek. Civak tecrîd kirine û kêfa gel nehiştine. Şerekî taybet ê qirkirinê heye. Li Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn û kurd têne qetilkirin. Kurdan ji helîkopteran davêjin. Di jêrzemînan de kurdan dişewitînin. Cenazeyên kurdan bi kargoyan dişînin û hestiyên wan nadin malbatên wan. Cenazeyên gerîlayan parçe dikin û li pişt wesayîtan dikşînin. Muzîka kurdî qedexe dikin, ciwanên kurd lînc dikin. Kurdan ji malên wan derdixin davêjin girtîgehan. Li ser girtiyan îşkenceyê dikin. Li hemberî jin û keçên kurdan her cure tacîz û tecawizê dikin. Dewleta tirk ji bo vê yekê heye û çiqas qirêjî hebe li Kurdistanê xistiye meriyetê.

Yê ku vî şerê qirêj bi rêve dibe jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Rola sereke jî dane MHP’ê. Yên wekî Suleyman Soylû û Dewlet Bahçelî bi riya çete û mafyayan karê xwe bi rêve dibin. Şerê faşîst û qirker ê li Kurdistanê ji aliyê wan ve tên kirin. Hikûmetên berê şerê li Kurdistanê ji artêşê re dihiştin û artêş jî ji ser Daîreya Şerê Taybet xwe dispart MHP’ê û ev şer didomand. Niha jî rêveberiya Erdogan şerê li Kurdistanê daye MHP’ê û MHP şer bi rê ve dibe. MHP rêxistineke kontragerîla ye û xwe dispêre NATO’yê. JÎTEM rêxistinkirineke MHP’ê bû. Rewşa Awarte ya li Kurdistanê ji aliyê MHP’ê tê meşandin. Di pergala cerdevantiya gundan de kesên MHP’yî bûn pêşeng. Hemû leşkertiyên bi pere yên ji bo şerê li Kurdistanê xwe dispêre MHP’yiyan. Di salên 1990’î de 17 hezar cînayetên faîlê wan ne diyar ji aliyê MHP’yiyan ve hat kirin. Heman rol û mîsyon niha jî didome.

Nûçeyên Têkildar