PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Terora dewleta tirk: Li Bana’yê çêrandina heywanan û avdana baxçeyan qedexe ye!

Li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ev nêzî du meh in di bin dorpêça leşkerên dewleta tirk a dagirker de ye. Dewleta tirk a qirker li gund çêrandina heywanan û avdana baxçeyan jî qedexe kiriye.

Li 5 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê 15 roj in ketin û derketin qedexe ye.

Gundê Bana ku destpêka meha tîrmehê di serdegirtina malan de gelek kes lê hatin destgîrkirin, nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye.

Hîn jî di ketin û derketina gund de leşker kontrolê dikin. Li gundiyan hate qedexekirin ku piştî nîvro neçin baxçeyên xwe. Ev pêkanîna dagirkeran nêzîkatiya wan ya li dijî gelê kurd a dijminane bi awayekî aşkere radixe pêş çavan.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) gundiyan nerazîbûn nîşan dan ku her tim qedexeyên nû li wan têne ferzkirin û gotin, leşkeran zext li wan kirine û gotine: “Heta qedexe bi dawî bibe hûn ê heywanên xwe ji axurê dernexînin.”

Qedexe bandoreke giran li jiyana rojane ya gundiyan dike, ku çavkaniya bingehîn a debara gundiyan xwedîkirina heywanan e.

Gundiyan diyar kirin ku leşkeran êvara 14’ê îlonê ji mizgefta gund anons kirin û gotin, qedexe ye ku heywan bêne çêrandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar