Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Terora dewleta tirk û Îsraîlê heman tişt e

Ji cotmeha 2023’yan û vir ve rewşa herêmê ber bi qonaxeke nû ve çû ku ew jî bi şerê di navbera Îsraîl û Hemasê bû. Tevgera Hemas a Filistînî ku bi hişmendiya xwe Ixwanî ye, di 9’ê oktoberê ango cotmehê bi rengekî berfireh êrîşî cihên îsraîlî lê bûn kirin û dîmenên ku hatin weşandin qaşo serkeftinê bi dest dixin e, di rastiya xwe de tiştekî sosret bû. Ji ber dirûşm ên DAIŞ’ê bûn û tişta ku bi serê kesên esîr hatibûn girtin ku piranî sivîl bûn, serdema DAIŞ li Sûriyeyê anî bîra me. Digotin vaye me xenîmet bi dest xistine û video dikşandin û belav dikirin. Ji vê tevgerê xuya dibû ku ev wê bibe destpêkeke nû li hemû herêmê. Lê beriya vê tevgerê çi li herêmê diqewimî divê mirov bi bîr bixe, da zelal bibe kî di pişt vê tevgerê de ye û sedem çi ne.

Di serdema Serokê DYA’yê Donald Trump de, gelek welatên ereb bi Îsraîlê re peywendiyên xwe fermî kirin û heta qala peymanên hevkariya aborî jî hatin kirin. Ji mijara sereke jî ew bû ku dihat gotin dixwazin xeteke Xezeyê ji welatên Kendavê heta bi Îsraîlê bînin û di wir de bighînin Ewropayê. Lê ger mijareke bi vî awayî biketa pratîkê ew ê kê zirar bidîta? Pirs li vir e û bersiv jî hinekî rewşê zelal dike. Bi vê peymanê re yê herî bê par dimîne, dewleta tirk e ku girîngiya erdîngariya ku niha li ser ava ye namîne. Lewma diviya bû vê yekê xerab bike û ev jî bi destê Hemasê kir. Wê ferman da, wê plan çê kir û wê fînanseya wê ji Qeterê stand. Belkî hinek bibêjin ma Hemas çima bi fermana dewleta tirk tevdigere? Ev pirs jî rewşa li Sûriyeyê tîne bîra me. Çawa komên navê “Artêşa Azad” li xwe kiribûn bi fermana dewleta tirk êrîşî kurdan kirin, Hemasê jî êrişî Îsraîlê kir.

Bi vê mijarê ve girêdayî, dixwazim hin bûyerên veşartî ku di dema komên “Artêşa Azad” êrîşî bajarê Kobanê dikirin, parve bikim . Di destpêka sala 2014″an di navbera Rêveberên Peywendiyan ên bajarê Kobanê û berpirsên komên li bajarê Cerablûs û derdora Minbîcê de carekê civînek çêdibe û ji wan dipirsin ka çima êrîşî herêmên kurdan dikin? Wê demê berpirsên wan koman dibêjin; “Ne em dixwazin êrîş bikin, lê dewleta tirk me tehdîd dike ku ger êrîş nekin, ew ê desteka Llojistîk, çekan û heta cih danê li ser me qut bike û me di destê rejîmê de berde. Lewma em êrîşî we dikin.” Dewleta tirk vê siyasetê bi Hemasê re jî dimeşîne. Belkî ger di vê mijarê de xizmeta wan nekirana, wê serkirdeyên wan jî ji nava Turkiyeyê biqewitandana yan jî tasfîye kiribana.

Her wiha bala xwe bidin ku piştî şerê li Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de gur bû, welatên Kendavê yên peywendiyên xwe bi Îsraîlê re fermî kiribûn, nema karîbûn danûstandinê pêre bikin û dewleta tirk di vê noqteyê de dikarîbû welatên ereb pûç bike. Bi vê yekê re kete tevgerê û bi Iraqê re peyman îmze kirin, derket û got ku ew ê dest bi vekirina riya ji Iraqê heta bi Tirkiyeyê bikin û ew alternaîf in. Lewma dewleta tirk tevgera xwe li Dihokê zêde kir ku dixwaze vê rê li ser hesabê qirkirina kurdan, tasfîyekirina PKK’ê û dagirkirina Rojava veke.

Dixwazim bibêjim ku tu cudahî di navbera dewleta tirk û Îsraîlê de li hember gelên herêmê tune. Herdu jî dixwazin xelkê herêmê bikin qurbana berjiwendiyên xwe û qasî dikarin axa derdorê dagir bikin, teror û xirabûnê bînin herêmê. Terora li başûrê Lubnanê û Xezeyê bi destê Îsraîlê diqewime,  ji ya li Qamişlo, Efrîn û Dihokê diqewime ji hev ne cuda ye.

Nûçeyên Têkildar