Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Terora dewletê

Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû li ser terora dewleta tirk çend gotin kirin û li ser vê yekê êrîşan li dijî wî dest pê kir. Sezgîn Tanrikûlû komkujiyên ku dewleta tirk kirine anî ziman. Yek ji wan bûyera sala 1993’an e. Wê demê leşkerên artêşa tirk ji gundekî Pasûrê 11 gundiyan direvînin û wenda dikin. Li ser vê bûyerê jî dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê dewleta tirk ceza kir. Bûyera din jî komkujiya Roboskê ye û her kes bi wê dizane. Sezgîn Tanrikûlû tiştekî ku nebûye negotiye. Yanî tiştên ku artêşa tirk kirine aniye ziman. Di serî de partiya Tanrikûlû û rayedarên dewletê nerazîbûna xwe anîn ziman. Li gorî wan kes divê dev navêje artêşa tirk.

Qala mezinbûn û pîroziya artêşa tirk dikin, lê mane ev hikûmet bû ku artêşa tirk rezîl kir. Di darbeya 15’ê Tîrmehê lîstikek anîn serê artêşê û di encama wê lîstikê de jî artêş li erdê xistin. Axir, ew meseleyek wan a navxweyî ye. Lê di encamê de artêşa tirk rezîl kirin. Kesekî jî dengê xwe li vê nekir. Ew artêşa wan a pîroz rezîl bû û niha çi guherî ku ketine pey parastina wê. Vê artêşê di nava sed salî de tiştek nema ku bi serê kurdan de nekir. Hê jî wan kiryarên hovane didomîne. Di salên 1990’î de ev artêş bû ku gerîla bi saxî digirtin û serê wan jê dikir. Cenazeyên gerîlayan parçe dikirin, bi ser gundan de digirtin û welatparêzên kurd di malê wan de şewitandin. Tiştên ku artêşa tirk kirine beriya DAIŞ’ê bû. DAIŞ vê dawiyê derket û çeteyên wan jî wekî artêşa tirk hovîtî kirin. Yanî DAIŞ’ê ev kiryarên hovane ji artêşa tirk dîtibûn. Tiştên îro li Efrînê û deverên din diqewimin, beriya bi 30 salî li gundên bakurê Kurdistanê diqewimîn. Artêşa tirk serkêşî ji van kiryaran re dikir.

Vê dewletê û vê artêşê tiştek nema ku bi serê kurdan de nekiriye. Ji bo tunekirin û qirkirina kurdan rojê 24 saetan dixebite. Eger bi sedan kanalên televizyonê, rojname, ajans û dezgehên kurdan jî hebin wê kêm bimîne ku hovîtiya artêşa tirk bîne ziman. Em çiqasî bînin ziman û ragihînin jî têr nake. Vê dewletê sed salên xwe li ser qirkirina kurdan meşandiye. Hem terora xwe li ser gel dimeşîne, hem jî destûr nade ku kes qalê bike. Mînaka Sezgîn Tanrikûlû yek ji wan e. Li gorî dewletê vî kesî kêmasî kiriye û çawa dibe ku qala heqîqetê kiriye.

Mesela esasî jî ji vê derê dest pê dike û niha jî tam dema wê ye. Eger îro her kes wekî Sezgîn Tanrikûlû rabe ser piyan û heman tiştan bîne ziman wê gelek mesele çareser bibin. Divê her kes qala terora dewletê bike û li pey gotinên xwe be. Divê civak li kêleka Sezgîn Tanrikûlû bisekine û wî tenê nehêle. Xwedîderketina li Tanrikûlû ne xwedîderketina li şexsê wî ye, xwedîderketina li fikrê wî û gotinên wî ye. Dema ku ev yek bibe wê demê gotin bi wate dibe. Eger ev nebe, wê Tanrikûlû ji ber gotinên xwe were cezakirin. Mesele jî wê li wê derê were girtin. Lê divê ev mesele were mezinkirin û berfirehkirin. Terora ku dewleta tirk kiriye û hê jî dike divê were gotin. Bi carekê û gotinekê re dewleta tirk terora xwe nasekinîne. Lazime her roj û her kêlî were gotin û berxwedanek li dijî vê terorê hebe.

Eger îro dewletek rabe û bi awayekî aşkere dijminatiyê li te bike, nabe ku tu jî bêdeng bimîne. Berxwedana heyî ya kurdan jî îspata vê yekê ye. Eger kurdan heta niha li ber xwe nedabûna wê nemabûna. Lewma jî berxwedanek mafekî rewa ya kurdan e. Bi çi rê û rêbazê dibe bila bibe divê berxwedanek hebe. Ev dewlet bi şev û roj ji bo tunekirina kurdan nasekine. Rayedarên dewletê bi her alî ve baz didin û ji bo tunekirina kurdan kar dikin. Wê demê pêşengên kurdan jî divê vê yekê bibînin û li gorî wê siyaseta xwe bimeşînin. Li dijî vê dewletê sekin nabe. Siyaseteke nerm jî nabe. Divê siyaset û têkoşîna kurdan jî ew çend dijwar be.

Nûçeyên Têkildar