Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Teroristan!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Recep T. Erdogan, di daxuyaniya piştî Civîna Bilind a Ewlekariyê ya 13’ê çileya 2024’an de, ev peyv bikar anî. Bi vê gotinê ve armanca wî ev bû: Kurdistanê weke cih û warê teroristan, weke welatê teroristan nîşan bide.

Bi vê gotinê re êdî ne bi tenê Tevgêra Azadiya Kurdistanê, belê bi tevayî Kurdistanê dijmin nîşan dide û her wiha ne bi tenê mirovan; jin, mêr, kêç, kur, zaro û mezinan, belê li gel mirovan hemû xwezaya Kurdistanê; ajal, dar, ber, av û hewa bi giştî dike dijmin.

Ma jixwe vê dema dawî, êdî di kiryarî de wisa nake?

Ne bi tenê kargeh, xwaringeh, vexwaringeh, xwendingeh, nexweşxane û hwd. belê li gel gund û bajarên niştecihên gel, cihên xaz û neftê, hemû deşt û ciyayên Kurdistanê jî bombebaran nake?

Ka em bala xwe bidin peyva terorê jî!

Çavkaniya vê gotinê, ji zimanê fransî tê û wateya wê kotekî, zorakî, afirandina tirsê, şiddet û hwd. e.

Çavkaniya gotina ‘istan’, ji zimanê farisî tê û wateya wê niştecih, eyalet, warnişîn û hwd. e. Mînak; istana Belûcistan, istanê Kurdistan û hwd.

Îca gelo armanca kê ye ku Kurdistanê bike “teroristan” an jî bike goristan? Bê şik û guman serkêşên van peyvan û van karên dijî mirovahî û ekolojiyê Recep û Bahçeli ye.

Jixwe berî Kurdistanê, wan ev nav û naverok misoger kirine; nav koşk an jî qesrên Receb û naveroka wê jî bi terorizmê di 1200 odeyan de tije terorist kirine.

Bi gotinek din; teroristan a bêqusûr ew qesra Recep a 5 Tepe ye û mîna Zîgûrata Sûmeran kar dike.

Mirov dikare ji qesra wî re bêje mikro anjî maketa teroristan!

Lê belê, wisa diyar e bi mikro û maket ranawest e, çavê wî li makro û mega teroristan e!

Ev jî tê wateya ku Tirkiyeyê bike cihê  teroristan an bi vê jî raneweste hinek welatên din jî, mîna zincîrmarketan; Iraq, Îran, Sûriye, Azerbeycan, Ermenistan û hwd. bike zincîr-teroristan!

Îca ji mêj ve ye Recep Erdogan û palpiştên wî hegemonên cîhanî, hewl didin ku Kurdistanê bikin cehenem/dojeh an jî bi zimanê Recep “teroristan”, lê bi ser neketin.

Gelo çima?

Ji ber ku Kurdistan xwedî dîrokek dûr û dirêj a tije rûmetên mirovahiyê ne. Jixwe li gorî dîroknasan, cîh û warê destpêkê niştecihbûna mirovahiyê ye.

Pênc hezar sal in ku li ser vê erdnişînê, şer û ceng heye di navbera serdest û bindestan, zalim û mezlûman de.

Kurt cewherî, li ser Kurdistanê, ewqas êrîşên talanker, qirker û dagirker ên imparator û qralên biyanî hatin meşandin, lê nikarîbûn bi ser bikevin. Her wiha gelên Kurdistanê bi berxwedanên destanî, karibûn welat û rûmetên xwe yên mirovahî bi parêzin.

Bi ewqas plan û projeyên bi hostayiyên mezin li Zîguratên Sûmeran hatin amadekirin û bi hezar salan li ser gelên Kurdistanê hatin meşandin, nikaribûn nav û naverok û hêjayên gelê Kurdistanê bi yekcarî ji holê rakiran, îca gelo Recep ê çawa karibe bi van peyvên xwe yên bêbingeh, van rûmetên dîrokî yên Kurdistanê tune bike?

Tê zanîn hinek bapîrên Recep jî, mîna wî armanc dane ber xwe û gotin ‘me Kurdistan xiste bin xaka Çiyayê Gilîlê, me ser wê beton kir, êdî kes nikare wê rizgar bike!’

Ê baş e, ma êdî dinya alem, raya giştî cîhanê hemû pê hesiya ku Hêzên Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, bajarê Reqayê ku paytexta teroristan a DAIŞ’ê bû hilweşandin.

Her wiha tê zanîn ku giraniya fermandarên vê koma terorîst DAIŞ’ê, li teroristan (Zîgurata-Seraya) a Recep a Bêştepe ji aliyê mamosteyên wî yên terorîst ve dihatin perwerde kirin û hîn jî tên perwerde kirin!

Ev yek jî baş tê zanîn ku, gerîla û têkoşerên Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, bi gelê xwe yê welatparêz re, di çarçova fikir û ramanên Rêber Apo de, wê her têbikoşin heta Kurdistanê azad bikin û Kurdistanê bikin bihuşt/cunet.

De bila Recep û mamostayên xwe yên teroristên qesrê jî, li ser planên xwe yên bê bingeh ên derewîn xebata xwe dewam bikin.

Ew ên biçin dojeha/cehennema xwe ya teroristana şerxwaz, gelê Kurdistanê jî wê biçe bihuşta/cuneta xwe ya Kurdistana aştîxwaz!

Nûçeyên Têkildar