Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Terorîstê herî talûke’ yê Swîsreyê di destê YPG’ê de ye

Çeteyê DAIŞ’ê Danîel D. ku li Swîsreyê ‘Terorîstê herî talûke’ tê zanîn, di destê şervanên YPG û HSD’ê de ye. Danîel D. di encama operasyoneke taybet a YPG-HSD’ê de hatibû girtin. Nayê zanîn bê ka Swîsre dê Danîel D. ji rêveberiya xweser bixwaze yan na

Çeteyê DAIŞ’ê Danîel D. ê ji Cenevre ya Swîsreyê, demek berê li cihekî veşartî yê Baxozê bi operasyoneke şervanên YPG û HSD’ê hate girtin. Danîel D. weke ‘terorîstê herî talûke’ yê Swîsreyê tê zanîn. Danîel D. ku ji Swîsreyê ye û Interpol li tevahiya cîhanê lê digere, bi navê ‘Abdullah Funsu al-Swîssrî’ jî tê zanîn. Danîel D. di nîsana sala 2014’an de çû Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bû. Danîel D. beriya ku tev li çeteyan bibe, li Swîsreyê terorîstekî navdar bû û bi nasnameyeke din derbasî dewleta tirk bibû û hatibû girtin.

Lê tevî ku nasnameya wî ya rast derket holê jî dewleta tirk li şûna ku Danîel D. radestî Swîsreyê bike, rê dayê ku derbasî Sûriyeyê bibe û tev li DAIŞ’ê bibe. Endamê din ên hicrê ku Danîel D. jî di nav de bû, Kevin Z. Nîcholas P.  piştî êrîşa di kanûnê de ya li dijî geştyarên Skandînavî ya li Fasê, hatibûn girtin. Ev demekî dirêj bû ku hêzên ewlehiyê yên Swîsreyê agahî ji Danîel D. nedigirt. Heta ku şervanên YPG û HSD’ê di hezîranê de li herêmeke nêzî Baxozê, şaneyeke DAıŞ’ê bi operasyonekê bi dest xistibûn.

Operasyonên dawî

Şervanên HSD’ê di 23’yê adara 2019’an de bi çarçoveya ‘Operasyona tunekirina terorê’ ya pêngava ‘Bagera Cizîrê’ re bajaroka Baxozê ji DAIŞ’ê rizgar kir û dawî li ‘xîlafeta DAIŞ’ê’ anîbûn. Çeteyên DAIŞ’ê jî xwe vekişandibûn herêma bi navê Badiye El Şam a sînorê Iraqê ku jê re ‘çola Sûriyeyê’ tê gotin. Ji bo qedandina bermahiyên dawî yên terorîstan, operasyonên li ser vê herêmê van rojên dawî zêde bûbûn.

Çapemeniya Swîsreyê mijar bi berfirehî dît

Li gorî nûçeyên yekşemê yên Swîsreyê, di operasyonekê de yek ji çeteyên bi saxî hatiye girtin jî Danîel D. ye. Nûçegihanên navder ê Swîsreyê Kurt Pelda û Tîtûs Platner der barê mijarê de nûçeyeke berfireh amade kir. Di nûçeyê de xwebirêxistinkirina Danîel D. û hevalên wî tê vegotin û çûna wan a Tirkiyeyê û ji wir jî derbasbûna wan a Sûriyeyê tê diyarkirin.

Tê mereqkirin bê ka meqamên Swîsreyê dê ji bo Danîel D. ku li girtîgehên rojavayê Kurdistanê girtiye daxwaza  şandinê endamên çete  bikin an na. Danîel D. û 2 endamên din ên çeteyan niha di dest hêzên YPG-HSD’ê de ne.

3 hezar çete di girtîgehên Rojava de ne

Heta niha ji 3 hezaran zêdetir çeteyên DAIŞ’ê bi operasyonên YPG-HSD’ê yên li bakurê Sûriyeyê hatine girtin. Ji van nêzî hezar çete rojavayî ne û welatiyên 46 dewletan in. Lê heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe ji rêveberiya Rojava xwestine. BASEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar