Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Teşhîrkirina cenazeyan bêexlaqî û barbarî ye

Mele Ferzende Denîz têkildarî êrîşên li ser cenazeyên şehîdan de got ku  di şeran de jî qanûn heye û wiha axivî: “Ger tu dereke dijminê xwe jê bikî, bi te re ne exlaq ne jî wijdan heye. Ev nîşaneya barbariyê ye.”

Dewleta faşîst a tirk bi çekên qedexekirî êrîşî herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê yên Herêma Parastinê yên Medyeyê dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên afirînerî derbên giran li dagirkeran dixin. Dewleta faşîst a tirk li hemberî gerîla xetimiye, êrîşî cenazeyên şehîdan dike. Cenazeyên şehîdan gelek caran li ser hesabên medyaya dîjîtal yên aîdî hin derdorên faşîst û nijadperest ve tên belavkirin. Berdevkê Yekitiya Alimên Olî yê Îzmîrê Mele Ferzende Denîz bertek nîşanî vê yekê da û got ku kesên cenazeyan teşhîr dikin “bê exlaq, wijdan û bêşeref in.”

Denîz got ku çi dibe bila bibe divê tu kes dest cenazeyan nede û wiha axivî: “Gava kesek mir, divê kes dest nedê. Di şeran de, her du alî ji bo ku cenaze ji hêla heywanan ve zirarê nebînin, şer radiwestînin. Qanûneke şer jî heye. Ger tu dereke dijminê xwe jê bikî, bi te re ne exlaq ne jî wijdan heye. Ev nîşaneya barbariyê ye. DAIŞ’ê bi tekbîrê mirovan qetil dikir. Yê dike kî be jî, ev bêexlaqîtî ye.”

Denîz anî ziman ku ji bo dawî li pevçûnan bên divê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek kes Abdullah Ocalan wekî rêber dibînin. Ji ber vê yekê tecrîd ne tenê li ser kesekî, li ser gelek beşên civakê tê meşandin. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin û rê li ber diyalog bê vekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar