Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirk: MÎT-Parastin

Di demekê de ku artêşa tirk derbên giran ji gerîla dixwe, bi rêya rêxistina 'Parastin'ê dixwaze agahiyan li ser gerîla û tevgera wan bigire û gerîla tesfiye bike. Di vê çarçoveyê de rêxistina PDK'ê 'Parastin' weke baskekî MÎT’ê kar dike

Di demê dawî de her ku artêşa tirk di serî de li bakurê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran ji destê gerîla dixwe, bi hevkariya PDK’ê û bi taybetî teşkîlata wê sîxuriyê dixwaze agahiyan li ser tevger û qadên gerîla bi Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) re parve bike û hewl bide gerîla tasfiye bike.

Piştî ku KCK’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku PDK hewl dide bi artêşa tirk re li dijî qadên gerîla bikeve nava şerekî û şûnde me xwest ku balê bikişînin ser tevger û karên qirêj ên Teşkîlata Îstixbaratê ya PDK’ê Parastin ku weke baskek ê MÎT’ê kar dike.

Dema mirov li avakirin û naveroka Parastinê dinêre dibîne ku rêxistineke tenê ji bo berjewendiyên Îsraîl-Îran û binemala Barzanî hêzeke ya sûîkastê hatiye avakirin.

Parastin çawa hate avakirin

Teşkîlata ‘Parastin’ a girêdayî PDK’ê di sala 1965’an de ji aliyê Îsraîl-Îranê ve hatiye avakirin. Şêx Riza Pehlevî yê wê demê rêveberê Îranê bû, ji ber ku wê demê di serî de ji aliyê DYA û hêzên hegemon ve hate qebûlkirin, bi Îsraîlê re di nava têkiliyên xweş de bûn. Di çarçoveya vê mûtefîkiyê de ji bo bingehê teşkîlata îstixbaratê ya PDK’ê bê avêtin, Şekîb Akreyî, Ezîz Akreyî û Mihemed Hirsîn çûn Îsraîlê. Ev sê kes bi taybet ji aliyê Binemala Barzanî ve hatin hilbijartin.

Şekîb Akreyî heta mirinê rayedarê Parastinê bû, di navbera Îsraîl-Îran-Barzaniyan de navbeynkarî kir. Mele Mûstefa ji bo karê leşkerî û darayî kurên xwe Idrîs û ji bo karê ewlekariyê jî Mesût erkdar kirin. Mihemed Hirsîn bi din fermana Mesût Barzanî de kar dike, Parastina heta sala 1975’an ango ‘Aşbetaliyê’ girêdayî Shlomo Nakdîmon bû.

Nakdîmon li ser avakirina Parastinê ev gotibû: “SAVAK û MOSSAD ên servîsên îstixbaratê yên Îsraîl û Îranê ji bo malbata Barzanî pêwîstî pê dîtin ku toreke ya sîxûriyê ava bikin.” Ev yek jî dide nîşandan bê ka Parastin çawa ji aliyê Îsraîl û Îranê ve hatiye avakirin. Her wiha ji xwe Malbata Barzanî têkiliya xwe ya bi Îsraîlê re jî nanixûmîne. Mele Mûstefa sala 1968’an diçe Îsraîlê û bi rayedaran re dicive, alîkariya leşkerî û ewlekariyê digire. Ji xwe piştî vê yekê Mesût Barzanî, Ezîz Akreyî, Tahir Elî Welî, Şekîb Akreyî, Mihemed Hirsîn û çend kes din weke komekê ji bo rêbazên sîxûrî û îstixbaratê diçin perwerdeyê li Îsraîlê dibînin.

Xebatên ewilî ên îstıxbaratê li Çomanê pêk hatin

Mehmûd Osman di nivîsa xwe ya li rojnameya El West a Sûûdî Erebîstan a li Ewropayê weşanê dike li ser têkiliya Barzanî-Îsraîlê ev gotibû: “Sala 1965-1975’an MOSSAD ji bo sîxûran ji bo PDK’ê çêbike, 4 dewreyên mezin ên perwerdehiyê vedike. Piştre jî dewreyên kin vekir. Bi vê re MOSSAD’ê bi vê xebatê hem li Iraqê hem jî li welatên herêmê xebatên xwe yên îstixbaratî zêdetir kir. Dewreya yekem a li navendên Parastinê li herêma Çomanê pêk hat, piştre jî li herêmê navendên nû hatin vekirin. Navê hinek ji wan kesên tevlî van dewreyan bûne jî wiha ne: “Xazî Etrûşî, Kerîm Sincarî, Yunus Rojbeyanî, Cewher Namiq, Azad Mihemed Necîb Berwerî, Bîrût Ehmed, Hûsên Esicarî, Abdurehman Îsmaîl Akreyî, Mihemed Emîn Akreyî, Kamîran Miftî, Mustafa Xoxe, Îbrahim Bîdawî, Hûsên Bîdawî, Nurî Heyder, Cemal Reşîd, Franso Herîrî, Tehsîn Etrûşî, Abdulxaliq Reşîd Marûf, Mihemed Seîd Doskî, Kemal Ehmed Berqî, Felekeedîn Kakayî, Wirya Reûf Seatçî, Taha Abdullah, Xeyat ve Mihemed Marûf.”

Berî niha malpera Lêkolin.org’ê navê hinek kesên li gel MÎT û Parastinê li Başûrê Kurdistanê kar dikir aşkera kiribû. Navê wan û hejmara pasaportên wan wiha ne:

Kerem Kalelî- Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032641), Mûstafa Mesten Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00016350), Kemal Demîrtaş –Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032405), Huseyîn Kirmit – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032667), Mûstafa Toker – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00020641), Savaş Kûtlûk – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: U10997962), Rêbend Mihemed Hemed – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin, Nevzat Abdullah – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin û Pola Omer Hesen – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin

Li nava her yekeyek ya PDK’î de endameke yê Parastinê heye. Yên karê îstixbaratê dikin, endamê herî bi qedir ên wê saziyê ne. Hemû endamên Parastinê raste rast girêdayî Malbat Barzanî ne. Di serî de erkên wan parastina hemû Barzaniyên mîrateya Mûstefa Barzanî û dîsa binemala Barzaniyan ne. Şekîb Akreyî, Franso Herîrî û Kerîm Sîncarî yên koma ewil ên vî karî di bin fermana Mesûd Barzanî de kar dikin.

Sûîkastên Parastinê

Şerê navxwe yê Parastinê piştî Franso Herîrî Kerîm Sîncarî bû Mûsteşarê Parastinê û Fazil Mîranî jî bû Wezîrê Karê Hundir destpê kir. Êdî bi rêya kesên aliyê xwe ketin nava hewldana hev tinekirinê. Şekîb Akreyî li DYA’yê hate jehrdan û kuştin, kesê bi navê Rênas ê rayedarê ‘Kedkarê Kurdistanê’ li Behdînan hate îmhakirin, her wiha Ebû Neter Xiristiyanî jî heman tişt bi serî hat. Piştî wê Franso Şebo Elî Kuxî, Xazî Ertûşî kesên gelek agahî li ser PDK’ê û saziyên ewlehiya Iraqê li gel wan hebûn, hatin bi heman rêbazê hatin îmhakirin. Ji sîxûrên bêrê yê Parastinê Mihemed Selman Berwarî li ser sûîkastên PDK’ê ev gotibû: “Sala 1973’an Îsa Sîrwan û 11 kadroyên Partiya Komunîst a Iraqê dema ji ser Sûriye û Tirkiyeyê ji Yekîtiya Sovyetê vedigeriyan hatin girtin û kuştin. Ev bûyer li ser rêya Zaxo-Pêşxabûr a Çiyayê Bêxêr ji aliyê Îsa Barzanî, Osman Qazî Zaxolî, Elî Helo Sindî û Şefîq Zaxolî ve hatin kirin.

Ji derveyî kurdan xizmeta hemû hêzan re kiriye

Nayê zanîn bê ka çend kes û bi çi rêbazê ji aliyê Parastin a girêdayî PDK’ê ve hatine qetilkirin. Parastin ne teşkîlateke ji bo li dijî xeterî û parastina berjewendiyên netewî û dîsa xeteriyên li ser Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin. Hê di destpêka avakirina wê de ji bo parastin û ewlehiya Îsraîlê di avakirina Parastinê de têkiliyek raste rast hebû. Agahiyên kom dikir digihandin MOSSAD’ê. Parastin li gel Îsraîlê ji bo hêzên navneteweyî yên weke Îran û DYA’yê jî xizmet kiriye.

MOSSAD bi tena serê xwe nikarî îstixbaratê ji her derê kom bike, Parastin a di avakirina wê de roleke mezin a Îsraîlê heye, bi navê agahî gihandina MOSSAD’ê bi MÎT û SAVAK’ê re jî têkiliyek xurt hebû.

Dema mirov li vê tevê dinêre dibîne ku erka Parastinê, li gel parastina serwerî û berjewendiyên Îsraîlê, li gorî berjewendiyên hêzên dagirker ên Îran û Kurdistanê berjewendiyên malbatî parastine. Parastin yekane erka pêşîgirtina yekbûna çar parçeyên Kurdistanê girtiye ser milê xwe. Bi kiryarên xwe her demê ziyan gihandiye gelê Kurdistanê.

Ji bo tesfiyekiriran hêzên şoreşger hatin avakirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê ‘Pirsa Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk’ de li ser mijarê ev gotibû: ‘(…) di şexsê PDK’ê de xwestin Kurdeke Spî ava bikin. Heman navendê hem li nava tirkan hem jî li nava kurdan bi heman rengî, du hêzên ku li nava wan nakokî heyî ava bikin, di serî de ji bo parastin û berjewendiyên (DYA, Îngîltere berjewendiyên Rojava yên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) xwedî taybetmendiyeke nebe nabe bû. Di çarçoveya van du hêzên ku girêdayî xwe de û di nava wan de nakokî heyî, ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê polîtîkayeke herî bi aqilane bû. Derketina PKK’ê re bi qasî dîrokî bûn û derbasdarbûna rojevî ya vê lîstikê xirab dikir. Derfetên aştî û çareseriyê yên sala 1993’ê û 1998’an dawiya vê lîstikê dianî. Ji bo vê rê neda çareseriyeke wiha. Sûîkast û koployên mezin kirin. Kurdan ji bi kontrola PKK’ê derbixin, di serî de Tirkiye û civakên din bi dewletên din re li hev bîne, di warê domkirina lîstik û berjewendiyên van hêzê hegemon ên li Rojhilata Navîn darbeyeke stratejîk bû. Komploya 1998’an jî piştrast dike ku armanc çiqasî mezin û stratejîk bû.”

Tu kes nikare rastiya Parastinê ya tesfiyekirina rêxistinên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din binixûmîne. Tiştên ku van gotinên me piştrast dike, kiryarên balkêş û sosret ên PDK’a mala Barzanî û helwestên wan ên di derbarê gel, rêxistin û partiyên kurdan de ne û xwevêtina hembêza dijmin e.

PKK hê di dema qonaxa yekem de bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser PDK’ê û kiryarên wê ev gotibû: ” Koma me, weke şaxekî THKP-C’ê dihat nirxandin û bawer dikirin ku bi tesfiyekirina THKP-C’ê dê koma me jî wê tesfiye bibe. Dibe ku xwestibin komê bi hin kesan kontrol bikin û di bin destê xwe de bigirin. Piştî salên 1975’an, kengî hat fêhmkirin ku koma me serbixwe ye, hingê bi rêya PDK’ê bi destê Stêrka Sor mudaxeleyî komê kirin. Kesên sîxur, ên bi navê Alaatîn Kapan, Hakî Karer qetil kirin. PDK, di serî de rasterast girêdayî Îsraîlê û NATO’yê. Piştre hat zanîn ku ev dezgeh, li tevahiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolê destek danê û ev îspat êdî misoger e. Mirov dikare bibêje, di bin destê Gladîoyê daye, nexasim ji salên 1961’an vir ve bi desteka Gladîoya Tirk sîleh kirin û kişkişandin serî rakirinê. Paşê bi gelek belgeyan wê îspat bibe ku bi rêya Şahtiya Îranê jî heman alîkariyê dewam kiriye. Ango bi rêya PDK’ê mudaxeleyî komên çepgir ên li Kurdistanê kirin û girîng e ku mirov tespît bike, ev bi desteka neyekser a Gladîo çêbûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar