Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

TEV-ÇAND: Botan şoreşgerî û hunermendiyê di kesayeta xwe de kiribû yek

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê bi daxuyaniyek ragihand ku Bawer Botan ê ku di şoreşa azadiya Kurdistanê de bi salan gerîlatiyê dikir û herî dawîn di nav xebatên Tev-Çand’ê de cig digirt, ji ber nexweşinê di 5’ê mijdara 2021’an de li Rojava dema tedawî dibû, şehîd bûye.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê peyameke sersaxiyê ji bo Bawer Botan weşand û got ku ‘Ew şoreşger, hunermend û wêjevan bû’

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Heval Bawer Botan şoreşgerî û hunermendî di kesayetiya xwe de kiribû yek. Jiyana heval Bawer nîşana vî tiştî bû ku divê hunermendek çawa li hemberî gelê xwe berpirsyar tevbigere. Dema ku mesele azadiya gelekî be heval Bawer xwedî helwest û têkoşîneke mînak bû.

Heval Bawer ê ji Sêrtê li Êlihê mezin bûye û di serê salên 1990’î de bi saz û stranên xwe gelê xwe coşandiye û gel rakiriye serhildanê.

Bi koma bi navê ‘Zembilfiroş’ a ku tevî hevalên xwe ava kiribû, dawet û kolan bi stranên şoreşê tijî kirine. Wî hunera xwe xistiye bin xizmeta propagandaya şoreşê û ji ber vê zû bûye hedefa dijmin.

Heval Bawer di 17 saliya xwe de ketiye zindanê, dijmin ji nêz ve nas kiriye û hezkirin û hevgirtina rêhevalên xwe jî ji kûrahî ve dîtiye. Wî zindan ji xwe re wekî mekanê perwerdehiya îdeolojîk dîtiye,  di zindanê de ji hevalên xwe moral, enerjiya jiyanê û tevlibûna çalak a di nav jiyanê de dîtiye û bi saz û stranên xwe moral daye hevalên xwe.

Piştî ku ji zindanê derketiye, di nav refên şoreşê de bûye gerîlayek û bi çiyayan re bûye yek. Her dem di nav wê lêgerînê de bûye ku ew ê çawa derbên giran li dijmin bixe. Wî di nav berxwedana Zapê de cih girtiye û berxwedana destanî ya gerîla kiriye pirtûk.

Di heman demê de pirtûka duyemîn a rêza romana li ser Rêbertî a bi navê ‘Apo, roniya hêviyê’ nivîsiye. Beriya nivîsandina romanê amadekariyeke kûr kiriye û ji ber vê nêzikbûna wî ev xebat bi ser ketiye. Kêfa xwendevana gelekî ji pirtûkê re hatiye û ji bo heval Bawer jî ev bûye xelata herî mezin.

Piştî romanê bala wî çûye ser xebatên qada sînemayê. Wî dest bi senaryoyeke li ser berxwedana xwerêveberiyê, welatparêzî û îxanetê kiriye. Piştî ku xebata wî wekî projeyekê hat qebûlkirin wî dest bi xurtkirina vê xebatê kiriye. Li ser vê rêzefîlma bi navê ‘Tava Sor’ bi kedeke mezin xebitiye. Wî ji xeynî senaryoyê, berpirsyariya rêxistinkirina xebatê girtiye ser xwe û bi derfetên kêm aniye asta ku rêzefîlmek were kişandin.

Heval Bawer xwediyê hedef û xeyalên mezin bû. Tu carî qîma xwe bi tiştên kêm nedianî. Pêdiviya şoreşê ji çi hebûya, wî dixwest wî tiştî pêk bîne. Ew her dem çalak bû. Li ser gelek proje û xebatan dixebitî. Ew hunermendekî wisa bû ku lêgerîna wî qet nediqediya û aliyê wî yê wêjeyî jî gelekî xurt bû. Wî dikaribû gelek tişt bikira. Bi jiyan, tecrube û daneheva xwe ev tişt îspat kiribû. Ji ber nexweşiyê heval Bawer zû ji nav me bar kir û tev li nav karwana nemiran bû.

Em bi rêz û hurmet heval Bawer bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrateya wî ya şoreşger û hunermendiyê derkevin û em ê xeyalên wî yên nîvcomayî pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar