Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

TEV-ÇAND: Em li dijî dijminên kurdan bibin yek

TEV-ÇAND Ewropa nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê da û got: “Em li dijî dijminên sondxwarî yên kurdan bibin yek û li ber xwe bidin.”

TEV-ÇAND Ewropa li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya bi sernava “Em Li Dijî Sîstema Qirker ku Dijminahiya Kurdan Dike, Bibin Yek” de wiha hat gotin: “Polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî ku bi Peymana Lozanê li ser gelê kurd hatî destpêkirin, sed sal li pey xwe hişt. Îro ev polîtîka bi şerê taybet û her cure kiryarên dermirovî dewam dike. Di salvegera sala 100’emîn a peymana qirkirinê de, PDK li ser xeta hevkarî û xiyanetê israr dike. Ji dervey PDK’ê hemû rêxistin û saziyên Kurdistanî yên bi daxwaza azadiyê dibêjin ‘em hene û li vir in’, di konferansa Lozanê de hatin ba hev. Kurdan bi konferansa kurdan a li Lozanê hatî kirin, nîşa kirin ku li dijî hemû êrîşên qirkirinê, yek in. Li gelek cihên cîhanê ev daxwazên gelê kurd ji aliyê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, mirovên zanyar, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û h.w.d ve bi rengekî xurt tê destekkirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê jî ji bo ku di sala 100’emîn a Komarê de qirkirina kurdan temam bike, ji her aliyên cîhanê piştgiriyê dixwaze. Ji bo vê yekê jî hemû dewlemendiyên madî û manewî yên welêt, xweza û civak talan kiriye. Bi çekên kîmyewî jî serî li her cure rê û rêbazên derhiqûqî û derexlaqî dide û êrîşî nirxên gelê kurd dike. Rayedarên PDK’ê jî van dijminên sondxwarî yên Kurdan, bi mehfûra sor û hembêzê pêşwazî dike û ji bo berjewendiyên xwe her cure piştgiriyê dike.

Hetanî niha tevgera azadiyê ya Kurd tevî her cure hewldanên provokatîf ên PDK’ê, ji bo ku rewşek a şer çênebe bi hestiyarî nêz bûye, daxuyanî dayîne û bang kirine. Hemû derdorên demokratîk ên bi hestiyar jî piştgirî dayîne van daxuyaniyan. Lê PDK van hemû bang û nêzîkatiyên bi hestiyar ji nedîtî ve hat û têkîliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re didomîne. Yek ji mînakên vê ya herî dawî jî, 5’ê Tebaxê di encama êrîşa MÎT û îstixbara PDK’ê de şehîdxistina Îsmaîl Por (Çiya Agirî) ê ji Makuyê, bû. Di encama êrîşên komploger ên bi vî rengî yên Malbata Mesûd Barzanî û PDK’ê de li her çar aliyên cîhanê gelek şervanên azadiyê şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.

Weke TEV-ÇAND’ê em ê li dijî van kiryaran bi rewşenbîr û hunermendên azad ên civaka Kurdistanê re, li gel gelê Kurd ê berxwedêr, bi rûmet û kedkar cih bigirin û li dijî dewleta Tirk faşîst û hemû hêzên hekvar ên xiyanetkar, bi rengekî aktîf têbikoşin. Li ser vî bingehî em bang li hemû rewşenbîr û hunermendên azadîxwaz dikin ku xwedî li yekane hêviya gelê Kurd Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gerîlayan derkevin, li dijî xeta hekvar- xiyanet a ku dijminên sondxwarî yên Kurdan hembêz dike, li her derê li dora nirxên neteweyî bibin yek û ji bo hesabpirsîna ji her cure bêmafiyê, bi rengekî aktîf têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar