Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

4’ê Nîsanê rojbûna mirovên azad e

TEV-DEMʹê bi boneya 4ʹê Nîsanê daxûyaniyek da û got: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan destpêka felsefeya avakirina mirovên azad û civakeke exlaqî û polîtîk e.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi boneya 4ʹê Nîsanê rojbûna 74ʹan a Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: “Bi hatina 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, em vê roja mezin a ku di deriyê fireh de ket dîroka mirovahiyê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên me yên Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Di mîlada wî ya 74ʹan em de em bi Rêber Abdullah Ocalan re jiyaneke ku bi nirxên welatparêziya rasteqîn, mîrateyeke şoreşgerî ya edalet û wekhevî tijî ye, didomînin. Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve dîlgirtiyê îradeya civakê ye û mercên herî zehmet di girtîgeha girava Îmraliyê derbas dike. Dewleta tirk a faşîst zextên giran ên neqanûnî, tecrîdeke polîtîk li ser wî ferz dike. Her wiha rê nade parêzer û malbata wî ku wî bibînin. Ev kiryar hemû binpêkirina qanûnan in.

Lê Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina felsefeya jiyana azad girava Îmraliyê kir jêdera modernîteyê, çanda berxwedan û têkoşînê û afirîneriyê. Her wiha bi projeya neteweya demokratîk guhertinên mezin û bibandor ber bi çareserkirina tevahî pirsgirêkên pêkhateyên herêmê, alozî û nakokiyan ve pêk anî.

Di sedsaliya nûjen de 4ʹê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû û rojeke ronî ye. Mîlada felsefeya avakirina mirovên azad e, mîlada avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, mîlada rizgariya ji zayendperestiyê ye ya li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ye. 4ʹê Nîsanê mîlada rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salan ên zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e. Ev zîhniyet niha bi îradeya şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengiya jin û ciwanan ji hev dikeve.

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di meheke herî pîroz a salê de ye. Di meha Nîsanê de xweza bi xweşikbûna xwe xwe dixemilîne. Tê zanîn ku Rêber Ocalan bi hezkirina xwe ya ji xweza, civak, ekolojîk, dar û çandiniyê tê naskirin.

Hemwextî pêngavên “Dem dema azadiyê ye”, em îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Em hemû rojên jiyana xwe veguherînin azadiyê. Ji bo mîsogeriya azadiya Rêber Apo ku ji girîngtirîn erkên me yên dîrokî ye, em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya mezintirîn destkeftiyeke dîrokî ji bo gelan û civakan dike. Li ser vî bingehê divê em berpirsyariya xwe exlaqî bi cih bînin û xwedî li Rêber Apo derkevin. Tam bûye 2 sal me tu agahî ji rewşa tenduristî ya Rêber Apo negirtiye. Ev yek me dixe nava fikaran. Bêdengiya li hemberî vê rewşê jî her kesî bi fikar dike.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû tevgerên nîştimanî, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî rewşa girtiyan dikin ku tavilê bikevin tevgerê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên derbirînê bixwazin. Dewleta tirk a faşîst hemû cureyên îşkenceya siyasî û dirûnî li dijî wî dimeşîne û serdanên malbatê qedexe dike. Her wiha ji zêdetirî du salan ve daxwazên hevdîtina hiqûqî ya bi parêzerên xwe re red dike.  Dewletên komploger û hevkarên siyasetên dewleta tirk a faşîst bi vê yekê dixwazin tolê ji helwestên exlaqî, îradeya azad a Rêber Apo û berxwedana gelên ku di paradîgemaya Rêber Apo de çareseriyê dibînin, hilînin.

Em diyar dikin ku Rêber Apo nûnertiya îradeya gelên berxwedêr û têkoşerên ji bo azadî û demokrasiyê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar