Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TEV-DEM: Derbeya siyasî li dijî demokrasiyê ye

TEV-DEM’ê desteserkirina şaredariyên HDP’ê wekî dagirkirinê û derbeya li vîna gelên li Bakurê Kurdistanê û projeyan wan bixe bi nav kir. TEV-DEM’ê bi derbeya siyasî ya li dijî demokrasiyê bi nav kir û bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabin û divê gel asta têkoşînê li dijî wê bilind bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên ji aliyê hikumeta AKP’ê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan ki ku dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê derbkirina vîna gelên Bakurê Kurdistanê û projeya wan e û ew jî derbeya siyasî ya faşîst li dijî demokrasiyê ye. TEV-DEM’ê da zanîn ku ev jî nîşaneya neqebûlkirina wan a encamên hilbijartinan e.

TEV-DEM’ê ev tişt anî ziman: “Careke dîtir hikumeta AKP’ê helwesta xwe der barê aştiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya nameya xwe ya pêşkêş kiriye ku li gel wî derfetên çareseriya demokratîk li Tirkiye hene, sepand. Lê belê wan helwest û rêya herî xeternak a şerê li dijî vîna gelan hilbijart. Ev rewş dê bi xwe re komkujî û girtinên bêserûber li dijî mafên gelê me pêk bîne. Ev reftar û ûsluba ku aliyên îstîxbarata Tirkiyeyê û bi fermana Erdogan ya dagirkirina şaredariyan û qewitandina nûnerên vîna gel û bi sedan girtî, nakeve xizmeta rêgezên biratiyê û nirxên mirovahiyê. Lê belê dikeve xizmet û rajeya plan, projeyên dijmin û fîtneya di navbera gelên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de ya di navbera kurd û tirkan de bi taybet.”

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ew wek TEV-DEM bi tundî van siyasetên hikumeta AKP’ê yên ferzkirina siyasetên hovane, çewisandin û çetetî li dijî gelê kurd, şermezar dikin. TEV-DEM’ê her wiha ev bang kir: “Bang li civaka navdewletî, rêxistinên navdewletî û hiqûqê dikin ku bi erka xwe der heqê van kiryaran de rabin, fişarê li Tirkiyeyê bikin û xebata vegerandina şaredariyan ji xwediyên wan re pêk bînin. Her wiha bang li gelê me li her derê dikin ku asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin da ku faşîst û siyasetên wan ên hovane yên şerê vîna gel têk bibin û tecrîdê bişikînin.”QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar