Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM: Dewleta tirk li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê dike

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn û  herêmên din ên dagir kirin dike, di asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de ne. TEV-DEM’ê da zanîn ku hêzên navdewletî jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van sûcên şer. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku li dijî kiryarên Erdogan û çeteyên wî, ji bilî berxwedanê tu rêyên din nînin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

TEV-DEM’ê di serî de diyar kir ku li gorî xala 49’an a Hevpeymana Cenevreyê ya 4’an ku di sala 1949’an de hatiye derxistin, koçberiya bi darê zorê û veguhestina wan a li xakeke din sûcê şer e û di çarçoveya sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê tên hesibandin. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku her çiqas peymaneke wiha hebe jî, hêzên çekdar van xalan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Di berdewamê de jî TEV-DEM’ê bal kişand ser pêkanînên dewleta tirk ên li Efrînê û got; ‘Tiştên ku dewleta tirk a terorîst li Efrîn û herêmên din dike, hemû sînor derbas kirine. Hemû kiryarên wê dikevin çarçoveya sûcên şer. Ji ber vê jî divê berpirsyarên wê di dadgehên navneteweyî de bên darizandin. Guhertina demografyaya Efrîn û herêmên din, gihaşt asta qirkirina etnîkî. Koçberên Efrînê li herêma Şehbaya ku hatiye dorpêçkirin bi cih bûn û tevî zehmetiyên ku dikêşin jî tu rêxistinên navneteweyî alîkariyê nadinê. Ev rêxistin tenê rewşê temaşe dikin. Lê gelê Efrînê li benda vegera ser xaka xwe ne.”

‘Dewleta tirk dixwaze Efrînê tev li xaka xwe bike’

TEV-DEM’ê daxuyand ku dewleta terorîst a tirk heta qanûna herî biçûk a navneteweyî jî pêk neaniye û wiha domand: “Kiryarên dewleta tirk ên bi aşkerayî dike, armanca wê jî radixe ber çavan. Dixwaze Efrînê ji Sûriyeyê qut bike û tev li xaka xwe bike. Ev yek dagirkirina xaka welatekî din û binpêkirina serweriya wê ye.”

‘Darên zeytûnan û şûnwarên Efrînê tên wêrankirin’

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê bal kişand ser talan û wêrana dewleta tirk a li ser şûnwar û xwezaya Efrînê û wiha berdewam kir: “Efrîn xaka 18 milyon darên zeytûnê ye. Ev darên zeytûnê ku remza Efrînê ne, tên birîn û şewitandin. Bi vê yekê dixwazin gelê herêmê koçber bikin. Hemû veberhênan û şûnwarên Efrînê jî dizîn û şandin Tirkiye û herêmên din ên di bin kontrola çeteyan de. Dewleta terorîst a tirk hewl dide di bin navê îslamê de Efrînê veguherîne dewleteke biçûk a terorê, cihê perwerdekirin û veguhestina terorê ji cîhanê re û dixwaze van terorîstan li dijî Ewropa û dewletên ereb weke şantajê bi kar bîne. Her wiha dixwaze Efrînê li dijî dewletan bike amûreke dan û standinê.”

Bang li hemû cîhanê kir

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû:

“Dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê sûcê şer. Berpirsyariya qanûnî û exlaqî ya civaka navneteweyî heye. Em weke TEV-DEM’ê, berpirsyariya yekemîn didin ser milê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rûsyayê ku rola wan a rasterast di sûcê şer ên li Efrînê tên kirin de hene. Em bang li hemû cîhanê dikin ku li dijî kiryarên dewleta terorê ya bi serkêşiya Erdogan ku terorîstan dişîne Ewropa, Lîbya û deverên din ên cîhanê, bisekinin. Em bang li Sûriyeyê jî dikin ku bi erka xwe ya qanûnî û niştimanî rabe û ji bo darizandina berpirsyarên van sûcên şer, di dadgehên navneteweyî de dozê veke.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku li her derê çalakiyên xwe yên aştiyane û şermezarkirinê bidomînin da ku kesên li ser gelê me van kiryarên terorîstane dikin teşhîr bikin. Ji ber vê jî ji bilî berxwedanê, tu rêyeke din nîne. Ev yek li dijî faşîzma dewleta tirk a bi rêveberiya sultanê terorîstan Erdogan, şerê hebûnê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar