PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

TEV-DEM: Divê êzidî bên parastin

Bi boneya cejna Çarşema Sor, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM`ê Çarşema Sor li êzidiyan, rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê, şervanên li eniyên şer, gerîla, Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA Star), YPG, YPJ, HSD, YBŞ û malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya modern giyanê çand û dîroka ola êzidiyan a kevnar vejand.

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku li gel ku gelên herêmê Çarşema Sor pîroz dikin, civaka êzidî ya berxwedêr a li Şengalê bi komployan re rû bi rû ye û got: “Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK û hikumeta Iraqê bê navber li dijî civaka êzidî li hev dikin, bi rêya avakirina dîwar dixwazin êzidiyan dorpêç bikin, wan tune bikin, destkeftiyên wan têk bibin û herêmê ji rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin.”

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em vê boneyê li hemû gelên herêmê, kêmneteweyan û êzidiyan pîroz dikin. Em bang li hêzên siyasî yên kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîn û destkeftiyan êzidiyan ên li Şengalê biparêzin û rê li pêşiya pêkanîna fermanên din bigirin. Êrîşa hêzên Iraqê ya duh li dijî Asayîşa Êzîdxanê civaka êzidî dixe ber xetereya qirkirinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar