PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

TEV-DEM: Divê gel û hêzên Kurdistanî nehêlin şerê birakujiyê çêbe

TEV-DEM’ê bang li gelê Kurdistanê û hêzên nîştimanî yên Kurdistanî kir ku li hember planên komplogerî yên dewleta Tirk hişyar bin û xwedî helwest bin ku şerê birakujiyê di navbera aliyên Kurdistanî li herêmê dernekeve, her wiha girîngiyê bidin diyaloga kurdî-kurdî ya nîştimanî da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk a xapînok.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser paşxaneya nakokiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku PDK’ê hêzên xwe sewqî herêma HPG’ê kirine daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan kir:

“Di encama êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ku tevahî kiryarên hov tê de bi kar tîne, nakokiyên li Başûrê Kurdistanê kûrtir kirin. Dewleta faşîst hem li hundirîn hem jî li derve di merheleya herî aloz re derbas dibe. Di pêkanîna hedef û berjewendiyên xwe de tengav û aciz e.

İsrar dike ku tevahî herêma Kurdistanê dagir bike, da ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û vîna gel û nirxên wê li her deverê derbe bike.

Siyaseta dewleta tirk a faşîst ew e ku kurdan bi rêya fîtne, siyaseta jevkirinê û piştevaniya şerê birakujî bike û kurdan hê zêdetir li hev sor bike. Ji bo pêkanîna vê hedefê têkiliya xwe bi PDK’ê re datîne. PDK jî siyaseta dewleta Tirk a faşîst pêk tîne. Tevahî hêzên nîştimanî yên Kurdistanî û tevahî gelê me vê yekê baş dizane.

Başûrê Kurdistan û gelê me yê li Başûr di oxira pêkanîna azadî û jiyana birûmet de gelek qurbanî dan. Îro jî dîsa li ser pizota agirê dewleta Tirk a faşîst dijî û her tim gefên dagirkirina tevahî herêmê dixwe.

Ji lewre em wekî TEV-DEM bang li gelê me û tevahî hêzên nîştimanî yên Kurdistanî dikin ku li hember van planên komplogerî hişyar bin û xwedî helwest bin da ku şerê birakujî nebe.

Girîngiya piştevaniya diyaloga kurdî-kurdî sînordarkirina tevgerên dewleta Tirk a dagirker, xebata lawazkirina wê û rawestandina zêdegaviyên wê ye.

Em wek TEV-DEM’ê bang li birayên xwe yên PDK’ê dikin ku hişyar bin û nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk ên xapînok. Baweriya me bi giştî bi diyaloga kurdî-kurdî heye û ev jî xwestekeke nîştimanî û ya gel e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar