Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TEV-DEM: Divê gelê kurd bibe xwedî helwesteke hevpar

TEV-DEM a nerazîbûnek tund raberî dewleta tirk da ku Şukru Serhat (Yasîn Bûlût) qetil kir, bang li gelê kurd kir ku bibin xwedî helwestên hevpar

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê  wiha ye:

“Roj bi roj destên qirêj ên dewleta tirk a dagirker dirêjî kesayetên kurd ên welatparêz dibe li ku derê dibe bila bibe. Ev yek bi rê û rêbazên îstîxbaratî yên nemerd ên derveyî sînorê wê tê kirin, di vir de xwe dispêre toreyên sixurtiyê û ji valahiya siyasî ya li Iraq, Sûriye û herêmê bi giştî sûdê werdigire.

Dema niha dewleta tirk a dagirker rêbazeke nû di şerê li dijî kurdan de bi kar tîne ku operasyonên qetilkirinê dike, ev yek kîn û nefreta wê ya li hemberî gelê me yê kurd û nirxê wê aşkera dike ku têkoşîn li dijî dagirkeriyê tirk dike hedef.

Şehîdxistina Bûlût (Şukru Serhed) li bajarê Silêmaniyê ku li wir tedawî dibe, ne sûcê yekemîn e ku faşîzma tirk dike, lê belê asta sûcên wê bilind bû, mînake wê êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên din e. Ev hemû firehbûn û belavbûna torên îstîxbarata dagirkeriya tirk li bajarên başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hewl dide bi rêya wan siyasetên xwe yên bi sûc bi kar bîne û gel neçar bike ku ajantî, teslîmiyet, an koçberî û dûrketina ji welatparêziyê qebûl bike. Dibe ku ev tor û plan li Kurdistanê fireh bibin. Ji vê yekê diyar dibe ku ew îstîxbarata tirk rewşa ewlehiyê kontrol dike ne hêzên ewlehiya hundirîn a başûrê Kurdistanê kontrol dike.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê xwe dikin ku li kuderê dibe bela bibe hişyar be, ji ber ku dagirkeriya tirk bi hedefkirina kesayetên fermandar ên welatparêz siyasetên şerê taybet ê bi sûc li dijî nirx û destkeftiyên me ferz dike. Ji ber vê yekê divê em hevgirtî bin û şopdarên xeta şehîd Şukrî Serhed û hemû şehîdên azadiyê bin da ku plan û torên îstîxbarata tirk têk bibin. Her wiha divê hemû hêzên neteweyî û siyasî û beşê civakî helwesteke hevpar li hemberî zêdegaviyên dagirkeriya tirk ên li dijî îradeya gelê me nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar