Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

TEV-DEM: Êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîlayan derbaskirina xetên sor e

Tevgera Civaka Demokratîk êrîşa dawîn a hêzên PDK’ê li dijî gerîlayên HPG`ê şermezar kir û wiha got:“PDK’ê bi vê êrîşê xetên sor derbas dike û doza kurdî dixe xetereyê.”

Navenda Nûçeyan |

HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê êrîşî komeke ji 7 gerîlayan kiriye û şehîd xistine.

Têkildarî mijarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û êrîşa li dijî hêzên gerîla şermezar kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Ruxmî bangewazî û hişyariyên gelek hêzên nîştimanî û siyasî yên Kurdistanê û çalakiyên gel ên li dijî siyaset û tevgerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêmên Medyayê ku hêzên gerîla lê bi cih dibin jî. Her wiha ruxmî hişyariyên hatine kirin ku derketina şer di navbera aliyên kurdî de xizmeta doza kurdî nake, berovajî wê bigirêktir dike û aloziyeke siyasî û civakî bi xwe re tîne. Lê PDK’ê bi îsrar e ku heman siyasetên xwe dewam bike.

Tenê dewleta tirk a dagirker sûdê ji êrîşa PDK’ê digire. Ev êrîşa dikeve xizmeta dagirkeriya tirk ku li hemberî hêzên gerîla hevsengiyên xwe yên siyasî û leşkerî winda kirine.

Êrîşa PDK’ê ya duh li herêma Xelîfanê ku êrîşî 7 gerîlayên li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê li ber xwe didan, kir û her 7 hevrêyên me yên şoreşger û zarokên çar parçeyên Kurdistanê şehîd xistin, hêviyên gelê me têk birin.

Bi vê êrîşê PDK’ê xetên sor derbas kir û doza kurdî xist daîreya xeteriyê.

Em siyasetên PDK’ê yên neberpirsyar li hemberî doza kurdî û gelê kurd şemezar dikin û wekî sûc û gunehê der heqê berxwedana gerîla û gelê Kurdistanê de bi nav dikin.

Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û di serî de hêzên siyasî yên Kurdistanê û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku bang li PDK’ê bikin ku helwesta xwe ji êrîşa li dijî gerîlayên HPG’ê zelal bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar