Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in

TEV-DEM’ê têkildarî komkujiya Til Rifatê ku têde 9 jê zarok bi giştî 10 kes hatin qetilkirin, daxuyaniyek da û Rûsya, NY û HRW’ê ji komkujiyê berpirsyar dît

Duh berê êvarê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî bajarê Til Rifatê ya Kantona Şehbayê kir û komkujiyek pêk anî. Di encama vê êrîşê de 9 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hêzên navneteweyî ji komkujiyê berpirsyar girt.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em sersaxiyê ji malbatên sivîl û zarokên şehîd re, her wiha em şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin.

Gelê me li Şehbayê koçber e. Li ser hêviya vegera li Efrînê û bi biryara navdewletî ji bo mîsogeriya selametiya vegerê, dijîn. Li herêma Şehbayê ji ber rewşa şer û rûxandinê ku di encama şerê di navbera komên terorîst de, tu şertên jiyanê tune ye. Gelê me sermaya zivistanê, germahiya havînê û bêyî ku rêxistin û saziyên navdewletî destekê bidin, derbas dike. Gelê me ji aliyê dagirkeriya tirk a terorîst û çeteyên wê ve li beramberî çavên tevahî civaka navdewletî û rêxistinên kar û barên mirovî rastî êrîşan hat. Çi qanûn e ku derfetê dide bêdengiya li beramberî van sûcan? Gelo qanûna navdewletî heye?  Tu rewabûna navdewletî ku derfetê bide ku îradeya sivîlan bike hedef, heye?

Koçberên ji Efrînê li herêma Şehbayê rastî hemû cureyên binpêkirin, sûcên şer û topbarana rojane li dijî herêmên ku sivîl tê de dijîn, hatin. Hemû kesên hatin hedefgirtin, sivîl in. Heta kampên ku sivîl di wan de dijîn, ji êşa şer bêpar neman.

Dewleta tirk a dagirker îsbat kir ku ew dewleteke terorîst e û ji derveyî qanûna civaka navdewletî ye. Li gorî pîvan û siyasetên navdewletî tev nagere. Sûcekî herî qirêjî li dijî mirovahiyê li dîroka xwe ya reş zêde kir. Komeke zarokan ku li paş dibistana xwe dilîst, topbaran kir. Di encama wê de 10 zarok şehîd bûn û bi dehan birîndar jî hene.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşiya berxwedana HSD’ê li eniyên Eyn Îsa û Til Temirê, têk çû. Niha jî nikare li eniyan bi pêş de biçe. Ji ber wê jî tola xwe ji sivîlên li Şehbayê rakirin û kombûna zarokan, topbaran kir. Ev yek wekî lekeyeke reş li ser eniya civaka navdewletî ye.

Dewleta tirk bûye çavkaniya bêaramiya herêmê. Ji ber kîna li dijî gelê herêmê û bi taybet gelê kurd hevsengiya xwe winda kiriye.

Em wekî TEV-DEM’ê ne di çarçoveya şermezarkirinê de ne, lê em rola Rûsyayê ya ku li bakurê Helebê ye û heta niha lihevkirinê wê bi Erdoganê terorîst re heye, berpirsyar dibînin. Her wiha NY’yê û rêxistina mafên mirovan Human Rights Watch berpirsar e ku teror û dagirkeriya dewleta tirk li Serêkaniyê û Girê Spî rewa kir.

Di heman demê de, rêxistina UNICEF a kar û barên zarokan jî berpisyar e. Ev rêxistin û saziyên mafan hemû ji sûcên ku dewleta tirk a dagirker li dijî mirovahiyê pêk tîne, li ku derê ne. Bêdengiya wan tê wateye ku ew jî hevkarên Erdogan in. Ev yek jî derfet dide wan ku kuştin, teror û topbarana li dijî sivîlan pêk bînin.

Em piştrast dikin ku em li ser soza xwe ne ku em bang li dadgehên navdewletî dikin rola xwe ya exlaqî pêk bînin û lêpirsîneke navdewletî veke da ku kesê van sûcan pêk tîne, diyar bike. Her wiha banga mafê her zarokeke ji Sûriyeyê bike ku heta niha li ser xaka xwe dijî û ji aliyê terorîstan ve tê kuştin. Em soz didin ku xwîna wan dê li erdê nemîne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar