Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

TEV-DEM: Li dijî êrîşên dewleta tirk pêwistî bi berxwedanê heye

TEV-DEM′ê diyar kir ku bombebarankirina Nexweşxaneya Til Rifetê komkujiyeke nû ye û bang li tevahî gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker a li ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê daxuyand ku dewleta tirk bi zêdekirina êrîşên xwe armanc dike ku nehêle darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi ser bikeve.

Di daxuyaniya TEV-DEM′ê de hat gotin, bi ragihandina beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li girîtgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  re, dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên asîmanî li ser tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li herêmê gelek erebe û navendên li seranserî sînor dike hedef. TEV-DEM’ê têkildarî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî van êrîşan jî wiha got:” Diyar e ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê naxwazin destwerdanê bikin an jî tu helwesteke exlaqî nîşan bidin. Bi wê re aşkere dibe ku her du aliyan li hev kirine ku Tirkiye ya ku kurd, ereb û tevahî pêkhateyan herêmê qetil dike, aciz nekin. Sedema bêdengiyê ew her du alî berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin û guh nadin berjewendiyên gelan.”

TEV-DEM′ê bal kişand ser rewşa li herêma Şehbayê û ev tişt diyar kir: “Di vê demê de rewşeke bêistiqrar li Şehbayê heye. Sedema vê rewşê şerê ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê ragihandine û êrîşên ketober û balafirên şer ên Tirkiyeyê ne ku qada di bin serweriya hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne û hêzên hikûmeta Şamê bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrîşên faşîzmane yên dewleta tirk helwesteke zelal nîşan nadin.”

TEV-DEM′ê  destnîşan kir ku lihevkirinên dewletên koma Astanayê lîstikeke binkeftî û nehevseng e û wiha domand: “Dewletên koma Astanayê herêma Şehbayê kirine qada nakokî û şeran. Di encamê êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta tirk a dagirker gelek welatî dibin qurban. Armanca ji van êrîşan şikandina îradeya gelê me û koçberên Efrînê ye.”

TEV-DEM’ê  îşaret bi êrîşa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê kir û got: “Bombebarana hovane ya dewleta tirk a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê ew e ku jiyana bi hezaran nexweşan tune bike, destekê ji ser wan qut bike û wan neçarî koçberiyê bike. Ev nexweşxaneya yekane ye ku ruxmî êrîşên rojane yên dewleta tirk û çeteyên wê û ruxmî ambargoya ku hikûmeta Şamê ferz kiriye, xizmeta nexweşan dike û rewşên lezgîn bi roj û şev pêşwazî dike.”

TEV-DEM′ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber bombebaranê ziyan bi nexweşxaneyê bûn û karê nexweşxaneyê rawestiya. Her wiha got; yek gefan li jiyana bi hezaran malbatên kurd û ereban ên li herêmê ne dixwe.

TEV-DEM′ê got: “Berxwedana gelê li Şehba û Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe, vîn û îsrara ji bo berxwedanê û nîşandana helwestên nîştimanî yên  girêdayî nirx û pransîban jî zêde dibe. Ji ber vê yekê  jî delweta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dike da ku li ewlehî û îstîqrarê herêmê têk bibe û nehêle darizandina terorîstên DAIŞ’ê bi ser bikeve.”

TEV-DEM′ê daxuyand ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê yên têkildarî mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrîşan e û diyar kir ku bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta tirk rê li ber karesateke rasteqîn vedike.

TEV-DEM’ê di dawiyê de got: “Em bang li gelê xwe yê kurd û tevahî gelê herêmê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana niştecih û koçberên Efrînê yên li Şehbayê ya li dijî siyasetên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk. Aşkere ye ku dewleta tirk a dagirker tolê jî îradeya tevahî gelan hiltîne, ji ber vê yekê divê em li her cihî asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Ji bo gelên azad, hevgirtin fikr û çanda herî mezin a serketî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar