Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê ji komployan re bû bersiv

TEV-DEM'ê diyar kir ku 12'ê Adarê çend şovenîstên Baasî xwest îradeya berxwedanê ya gelê kurd bişikîne û fitneyê bixe nava pêkhateyan, lê serhildana 12'ê Adarê bû bersiv ji van komployan re

Di salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo de, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewildanên şovenên baasiyan yên li dijî gelê kurd û ev tişt da xuyakirin: “12’ê Adara 2004’an, li dijî gelê me yê kurd komployeke mezin hate kirin. Ev komplo berdewama komploya navneteweyî bû ku ji aliyê çend şovenîstên Baasî  yên li Sûriyeyê ve hatibû plankirin û organîzekirin. Armanca wan ew bû ku îradeya gelê me yê berxwedêr bişkînin, çand, nirx û destketiyên me tune bikin. Her wiha da ku bi rêya derxistina fitneyên mezhebî di navbera kurd û ereb û pêkhateyên din ên herêmê de nakokiyê di navbera çandên civakî de bixuliqînin û di encamê de Kurdan neçar bikin ku wan ji warê wan koçber bikin. Lê tavilê ev hewldan veguherî serhildana gel ku bi îradeyeke xurt û hevgirtinî ji komployên binkeftî re bû bersiv.”

Daxuyanî wiah didome: “Ev serhildan, li tevahî bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyê belav bû. Serhildana 12’ê Adarê ku ji bin kontrola rejîmê derket bû, bûyereke cîhanî ku bala civata navneteweyî bi aliyê xwe ve kişand. Her wiha rejîma Sûriyê di krîzeke siyasî, aborî û civakî de tengijand û ew neçar kir ku hevsengî û giraniya xwe ya siyasî di hundir de û li derveyî winda bike ku heta roja me ya îro berdewam dike. Daxuyaniyên wê demê yên li ser zimanê serokê rejîmê ku dibêje ‘Kurd beşekî sereke ji tevna niştimanî ya Sûriyeyê ye’ daxuyaniyeke girîng ber bi gavên çareserî, diyalogên aştiyane û mizgîniyeke pêkanîna reforman li Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke nû ve bû. Lê destwerdana dewleta Tirk a faşîst di Sûriyê de proseya siyaseta aştiyane vala derxist û têk bir. Ji vir ve dewleta Tirk a faşîst bendên peymana Edeneyê bi kar anîn û dest bi tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî li Sûriyê kir, rejîma Sûriyê li hemerî çareseriyên aştiyane ji berpirsyarî û erkên xwe yên exlaqî reviya. Heta niha jî heman helwestê nîşan dide, nemaze bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ya ku tevahî çandên civaka Sûriyê temsîl dike û ji bo Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavnedî, naskirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê bi rêya nivisandina destûreke demokratîk ku mafên hemû pêkhate û beşên civakî misoger dike, dixebite. Heger ne bi vî awayî be wê alozî dewam bike.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de TEV-DEM’ê ev tişt anî ziman: “Serhildana 12’ê Adara 2004’an asta rihê şovenîst û nîjadperestî yê zihniyeta Baasê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê eşkere dike. Her wiha asta bandor û teslîmbûna vîna vê rejîma şofenîst ji faşîzma Tirk re derdixe holê, nemaze li gel peymana Edeneyê. Heta îro, îradeyê vê rejîmê jê hatiye standin. Di demekê de ji aliyê dewleta Tirk ve qada hewayî ya Sûriyê tê binpêkirin û gelek herêmên wê bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê wê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û hewla qutkirina beşên din ji xaka Sûriyê têne kirin, ev rejîm bi kîn û nefretê li civaka me ya Kurd dinêre û li hemberî dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên li herêmên Sûriyê, bi taybet ên dagirkirî tu helwestên berpirsyartiyê nîşan nedaye.”

Di wiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibînin ku rewşa Sûriyê ber bi xirabbûnê ve diçe, di hemû aliyan de di valahiyeke siyasî ya mezin û xeter de dijî. Domandina aloziyê, tê wateya domandina karesteke rasteqîn û mirîneke hêdî hêdî. Sedema vê yekê hilweşandina rewşa aobrî û civakî ye. Em bang li civata navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku derbarê vê karesetê de destwerdanê bike. Em soz didin şehîdên Şoreşa 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku em ê li ser şopa wan bin, têkoşînê xurt bikin heta ku bighêjin îradeyeke civakî ya azad.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar