PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

TEV-DEM: Tirkiye dixwaze vîrûsa koronayê li Rojava belav bike

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê kiryara dewleta tirk a dagirker a rawestandina stasyona Elokê û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê şermezar kir. TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta tirk mîna ku li bakurê Sûriyeyê teror belav kir, bi qutkirina avê jî hewl dide vîrûsa koronayê li herêmê belav bike.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bêyî cudabûn, tevahî dewlet û civak bi belavbûna pandemiya vîrûsa koronayê re rû bi rû mane. Bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûs dikevin û hejmara miriyan re tevgera asayî ya jiyan û mirovahiyê pûç bû. Îro tevahî cîhan di nava tirs û xofê de ye û wekî bergiriya yekem a xweparastinê jî karantîna ye.

Li Tirkiyê jî vîrûs belav bûye. Li gorî daneyên wan bi xwe, dibe ku ji dewletên herî zêde tê de haletên vegirtina vîrûsê û haletên wefatê hene. Tevî wê jî dewleta tirk a dagirker binpêkirin û siyasetên xwe yên şovenîst a li dijî vîna gel û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şertên navneteweyî bikar tîne û girîngî nade rêxistinên navneteweyî yên mîna UNICEF û rêxistinên din.

Tirkiyê mîna ku teror li herêmê belav kir, niha jî bi rêya êrîşeke dermirovî û neexlaqî bi rêya qutkirina ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê, hewl dide vîrûsê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bike. Zêdetirî nîv milyon mirov tevî niştecihên kampên nêzî bajêr bê av mane. Ji ber girîngiya avê di xweparastina li dijî vîrûsa koronayê de, Tirkiye hewl dide hejmareke mezin ji mirovan bi xwîneke sar li gel tunebûna rola rêxistinên navneteweyî bikuje.

Sînorên me bi Tirkiyeyê re dirêj in. Vîrûsa koronayê jî bi awayekî mezin li Tirkiyeyê belav bûye û her roj zêde dibe. Dibe ku ji bin kontrolê jî derkeve. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahiya tevdîr girtine jî, pêdiviyên tevahiya pêkhateyên herêmên birêxistin kirin, bi koordîneya bi Desteya Tenduristiyê re gelek belavokên hişyariyê ji bo xweparastinê ji vîrûsê belav kirin, lê ev jî li cem me metirsiyan çêdike ku vîrûsa bi rêya sînorên Tirkiyeyê derbasî herêmên me bibe.

Weke TEV-DEM’ê em bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku tevahiya perspektîfên Rêveberiya Xweser bi cih bînin. Ji malên xwe dernekevin û neçin derveyî bajaran. Nehêlin zarok di nav kolan û parkan de bilîzin. Ji bo rêgirtina li pêşiya vê vîrûsê, xweparastin û parastin girîng e û ji nirxên me ne.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistina NY’ê dikin ku bi lez mudexale bikin û berpirsyariyên xwe yên civakî li dijî kiryarên Tirkiyeyê li stasyona Elokê bînin cih.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar