Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

TEV-DEM û Kongreya Star 15’ê Sibatê şermezar kirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de şermezar kirin

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Koordînasyona Kongreya Starê têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî dan.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyama ‘Li gel ku Rêber Ocalan, vîna aliyên civak û mirovên azad temsîl dike, ji bo pêşxistina aştî, demokrasiyê û diyalogê roleke çêker girtiye ser milê xwe. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan yekane rêya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e’ da.

TEV-DEM nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya li başûr û rojavayê Kurdistanê da û wiha got: “Xwesteka guhertina pêkhateya demografîk a herêmê û derbaskirina gel û nasnameya kurd ji qirkirinê, berdewamiya komploya Navnetewî ye. Weke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bang li hêzên siyasî û neteweyî yên kurd û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li hemberî tevgerên dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê helwest nîşan bidin. Her wiha bang li hemû alîgirên azadî û demokrasî yên li cîhanê dikin ku ji bo vala derxistina komploya Navneteweyî, Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bikin. Rêber Ocalan tenê ne yê kurdan e, di heman demê de bûye sembolê hemû pêkhateyên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibîne.”

‘Nûnerê netewên din ên jiyana hevbeş diparêzin’

Koordînasyona Kongreya Star jî diyar kir ku komplo û tecrîd li dijî hemû peymanên navneteweyî, mafên sivîl û siyasî ye û wiha got: “Rêber Apo nûnerê vîna bi milyonan kurdan û hemû neteweyên din ên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş diparêzin e.”

Kongreya Starê berxwedana zindanan silav kir û ev tişt anî ziman: “Em bang li hemû aştîxwazan dikin ku xebatên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo berfireh bikin.”

Her wiha daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li Meclisa Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropa û Rêxistina Efû ya Navneteweyî dikin ku ji bo bi dawîkirina tecrîda ku dewleta tirk ferz dike zextê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar