Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM’ê helwesta NY û NATO’yê şermezar kir

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê helwesta sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres  a ji bo piştgiriya bicihkirina koçberan li ser xaka Rojava şermezar kir. TEV-DEM’ê diyar kir ku NATO jî zextê li OPCW’ê dike ku çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk li dijî gelê Rojava bi kar anîn lêkolîn neke û ev helwest şermezar kir

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî êrîşan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta tirk a dagirker ji bo şikandina vîna gelê kurd, ji bo pêşîlêgirtina statûya kurdan û tunekirina destkeftiyên gelê kurd, di asta jenosîdê de şerekî bêexlaq û bêpîvan pêş dixîne. Ji ber ku faşîst Erdogan hebûn û nebûna xwe, pêşeroja xwe di tunekirin û qirkirina gelê kurd de dibîne, bi hovane êrîş dike. Faşîst Erdogan dijminê sondxwarî yê gelê kurd e. Ne tenê Rojava û Başûr, bakurê Kurdistanê û tevahiya gelê kurd di bin zordarî û êrîşên hovane de ne. Parlamenter û hevşaredarên ku bi rêjeyeke bilind hatine hilbijartin û hevserokên HDP’ê jî di nav de, li bakurê Kurdistanê bi hezaran endamên saziyên demokratîk ên gelê kurd û yên HDP’ê dîl girtin.

Hovîtiya li ser gelê kurd

Di her kêliyê de êrîşî nirxên gelê kurd dike û di vê çarçoveyê de goristan, çiya û baniyên gelê kurd bi teknîka herî pêşketî ya NATO’yê hedef digire. Ev hovîtî ne tenê li ser kurdên Bakur tê kirin, di heman demê de li ser başûrê Kurdistanê jî heman hovîtiyê dike. Her wiha li rojavayê Kurdistanê jî bi destê çeteyên DAIŞ, El Nusra û hêzên faşîst ên paramîlîter ên OSO’yê Efrîn dagir kir. Bi sedhezaran kurd neçarî koçberiyê kirin. Demografyaya Efrînê diguherîne û paqijiya etnîkî dike. Gef û êrîşên faşîst Erdogan û yên dewleta dagirker a tirk ên li ser Rojava Bakurê Sûriyeyê hertim hebûn.

‘Paqijiya etnîkî tê pêşxistin’

Îro jî çi kurd û çi jî ereb, suryan, asur, ermen û çi jî misilman û xiristiyan, bi sedhezaran gelê herêmê careke din ji ber van êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker û bermahiyên çeteyên DAIŞ û El Nusrayê ji bajar, gund û warên xwe koçber bûn. Talan, tecawiz û paqijiya etnîkî li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê pêşxistin. Pir diyar e ku faşîstê serdemê Erdogan û dewleta tirk a dagirker bi alîkarî û çekên NATO’yê û ji hêzgirtina saziyên weke Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser gelê kurd jenosîdê dikin. Gelê xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê ereb dike.

Bêdengiya Antonio Guterres

Em weke gelên kurd, ereb û gelê xiristiyan, helwesta sekreterê giştî ya NY’yê Antonio Guterres şermezar dikin. Çawa dibe ku bi faşîstê serdemê Erdogan ku destê wî ketiye xwîna gelan û deste wî hîn di nav xwînê de ye hevdîtinê çêdike. Li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker û polîtîkaya paqijiya etnîkî bêdeng dimîne û wateyê dide hovîtiya dewleta tirk a dagirker a li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Dema faşîst Erdogan dibêje ku dê bi sedhezaran an jî bi milyonan kesên ku ne xwediyên vê herêmê li herêma me bi cih bike û sedhezaran şêniyên herêmê ji xaka wan derxîne, sekreterê NY’ê xwe li bêdengiyê datîne û dibêje ku dê li ser van pêşniyar û projeyan bisekinin.

Helwesta sekreterê giştî  yê NY’ê

Ev çawa nûnertiya NY’yê dike? Bangawaziya me ji NY’yê heye ku ne weke nûnerên yekitiya dewletan, weke nav, rol û mîsyona xwe tevbigere û girêdayî nirx û pîvanên xwe be û nûnertiya gelan bike. Erk û berpirsyariya NY’yê ew e ku ji Erdoganê faşîst û dewleta tirk a dagirker hesabê bipirse û nebe şirîkê wê.

Helwesta NATO’yê şermezar kirin

Em helwesta NATO’yê ya li dijî gelê kurd jî şermezar dikin. NATO hem bi helwesta xwe piştgiriya faşîst Erdogan dike û hem jî zextê li ser Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) dike ku fosfora spî ya li ser gelê kurd, ereb û xiristiyan hatiye bikaranîn lêkolîn neke. Faşîst Erdogan û dewleta tirk a dagirker jî  hêza xwe ji vê nêzîkatî û helwesta NATO’yê digire û di vê çarçoveyê de li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê paqijiya etnîkî dike. Divê NATO ji vê neheqiyê re bêje bes e û dev ji durûtiya xwe berde. Pîvan û nirxên NATO’yê divê destûr nedabûya ku dewleteke endamê NATO’yê li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yan jî li cihekî din ê dinyayê çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar bîne.

Zexta NATO’yê ya li ser OPCW’ê

Dewleta tirk a dagirker ev sedsal e tevahiya gelê kurd weke ‘terorîst’ pênase dike. Em ji NATO’yê dipirsin gelekî ku bênasname, gelekî ku nikare zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne, gelekî ku bêstatû, gelekî ku her roj û hertim di bin xeteriya paqijyia etnîkî de çawa dibe terorîst? Gelê kurd weke hemû gelên cîhanê dixwaze mafên xwe yên xwezayî bijî û hebûna xwe biparêze. Baş e, em dipirsin kî terorîst e? Gelo kî terorê dimeşîne? Yên ku bi hezaran gund û bajarên gelê kurd wêran kirine, bi milyonan kurd bi darê zorê dane koçberkirin, bi hezaran çi jin, çi zarok, çi siyasetvan bi şêwazê kiryarên nediyar ew winda kirine û paqijiya etnîkî pêk tîne terorîste yan ên daxwaza mafên xwe yên xwezayî dikin? NATO pêwîst e ku ne bi aqilê gelê kurd û ne jî bi vîn û nirxên wan bilîze. Ji ber ku nehêla OPCW çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk bi kar anîne lêkolîn bike û rapora xwe bi raya giştî re parve bike, em NATO’yê careke din şermezar dikin. Saziyeke weke OPCW’ê ku bi jiyana gelan û mirovan eleqedar e, ger hîn jî xwedî bi rûmet be divê tu zextan li ser xwe qebûl neke û erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê li gorî talîmatên NATO’yê tevnegere û li dijî paqijiya etnîkî, bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne. Ew çiqasî bêdeng bimîne jî gelek bijîşk û saziyên xwedî rûmet bi lêkolîn û xebatên xwe îspat kirine ku li ser gelê kurd fosfora spî hatiye bikaranîn.

Banga ji bo OPCW’ê

Tevî vê rastiyê jî OPCW xwe li bêdengiyê datîne. Em vê helwestê şermezar dikin. Her wiha di wexteke ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê fosfora spî dihat bikaranîn de sefîrê dewleta tirk ê Laheyê Şaban Dîşlî serdana saziya OPCW’ê kir û bi qasî 30 hezar euro pere danê. Divê saziya OPCW’ê gumanên wisa jî li ser xwe rake. Em hêvî dikin ku OPCW dê li gorî nasnameya xwe, erk û berpirsyariya xwe tevbigere û li gorî pîvanên xwe yên exlaqî xwedî helwesteke bi rûmet be.

Em di serî de spasiyên xwe ji wijdana mirovahiyê re ku piştgiriya gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dikin, her wiha ji hemû sazî, kesayet, akademîsyen û rewşenbîrên eleqedar ên ku piştgiriya berxwedana bi rûmet a gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dikin, ji Yekitiya Ereban, Parlamentoya Fransayê, Senatoya Amerîkayê û kesên taybet di vê mijarê de xwedî rol in pêşkêş dikin.

‘Ji bo hebûna xwe çi bedel pêwîst bike em ê bidin’

Divê hemû dinya bizanibe ku hîn jî paqijiya etnîkî li ser me berdewam e. Ji bo parastina rûmeta xwe û hebûna xwe, ji bo parastina azadiya xwe bedelê wê her çi be û çi pêwîst bike dê bê dayîn. Weke gelê kurd, ereb û xiristiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şehîd dan û zêdetirî 20 hezar birîndarên me çêbûn. Lê di heman demê de rûmeta mirovahiyê hat parastin. Em bi vê serbilind in. Çi DAIŞ be, çi erîşên jenosîdê yên dewleta tirk a dagirker be, çi Nusra be û her wiha çi jî hêzên çete yên din be, ger careke din pêwîst bike em ê ji bedel dayînê nerevin û gav paşde navêjin. Ji bo parastina hebûna xwe û rûmeta mirovahiyê bi îradeyek xurt û bi baweriyeke mezin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar