Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

TEV-DEM’ê ji bo kongreya neteweyî daxuyanî da

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî gelê kurd li her devereke konsepteke qirkirinê heye û divê di vê serdemê de bibe yek. TEV-DEM’ê da zanîn ku banga sekreterê YNK’ê Kosret Resûl a ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pir girîng e

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku sekreterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Kosret Resûl kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Tirkiyeyê bi êrîşa xwe ya hovane û faşîst li dijî vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûn û peymanên navdewletî binpê dike. Tirkiye bi saya lihevkirina di serî de DYA û Rûsya, bi lihevkirina hinek dewletan vîna gelê me yê kurd dike hedef û hewl dide vîna û nirxên wî têk bibe. Ew xetereya dagirkirina Tirkiyeyê baş dizanin a ku di çarçoveya tunekirina demokrasiyê û vejandina terorê de pêk tê. Ango tola xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPG û YPJ’ê hilînin.

Ruxmî helwestên siyasî yên erênî ji hikûmet û rêxistinên navdewletî û herêmî ku êrîşên dewleta tirk a dagirker weke dagirkirinek û êrîşek li dijî vîna gelê kurd û şervanên ku teror tune kirin dihesibînin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê berxwedana li dijî terorê gihîşt başûr û Bakurê Kurdistanê. Îro rastiyên li ser erdê îsbat dikin ku doza kurd doza gelekî ye ku li ser erdê xwe têdikoşe, li mafên xwe yên rewa digire da ku bi azadî û rûmet bijî. Lê Tirkiyeyê bi hovîtiya xwe li her derê şerê kurdan dike û vîna kurdan qebûl nake. Doza gelê kurd weke doza terorê ku divê bê tunekirin dihesibîne. Lê hinek aliyên herêmî bi derewên Tirkiyeyê û terora wê hatin xapandin û ji ber wê tenê bi gotina metirsiyên wan hene helwest nîşan dan û nikarîn  derfetên xwe bi kar bînin ji bo rê li pêşiya derewa Tirkiyeyê bigirin.

‘Sedema êrîşa ji ber vê rewşa belaveyî ya kurdan e’  

Lewra weke TEV-DEM’ê em dibînin ku pêwîst e civînek berfireh ji aliyên kurdistanî re li darkeve. Ji ber ku di vê pêvajoyê de ji bo yekrêziya refa kurdî xurtkirina têkiliyên biratiyê û wergirtina berpirsyariyê li hemberî xeterî û hesasiyeta vê pêvajoyê pêwîst dike. Pêwîste tevahiya partiyên siyasî yên kurdistanî, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, jin, ciwan û kesayetên serbixwe tev li civînê bibin. Ji ber derbasbûna demê di vê pêvajoyê de nakeve xizmeta kurdan. Êrîşa tirk a faşîst ji neyekrêziya ref û helwesta kurdî tê.

Li hemberî van êrîşên berberî yên Tirkiyeyê ya ku êdî nikare dîwara berxwedana dîrokî li Serêkaniyê û Girê Spî bişikîne, tevî helwestên gelê me yê kurd ên berxwedêr li her çar parçeyên kurdistanê û li derveyî welat, weke TEV-DEM’ê em spasiya helwestên gelê kurd û partiyên siyasî yên kurdistanî dikin. Em hemû bi xetereya qirkirina komî û guhertina demografîk ku li Efrînê û herêmên din ên kurdistanê  rûdaye dihesin. Ev komkujî ji hêla tirkên faşîst ve bi hevkariya AKP û MHP’ê û çeteyên wê yên terorîst li dijî vîn û destkeftiyên me yên dîrokî yên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, pêk tên. Ji vir em girîngiya  lidarxistina kongreye neteweyî ya kurdistanî bi tevlêbûna tevahiya aliyên siyasî û civakî yên demokratîk bi tevahiya çînên xwe dibînin. Da ku bigihêjin biryarên niştîmanî giştî ku xeyala gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê bi yekitiya niştîmanî pêk tîne.

Şert û mercên niha li me hemûyan ferz dike ku em ji şehîdan û gelê xwe re wefadar bin. Em vê gavê wek gaveke ber bi avakirina yekrêziya refa kurdî dûrî ajandeyên partiyetî dihesibînin. Ji ber li berjewendiyên gelê kurd û nirxên wê yên cewherî li her derê biparêzin. Banga birayê Kosret Resûl a civîneke kurdistanî ya berfireh em erênî dibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar