Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

TEV-DEM’ê parêzvanên Şengalê YBŞ û YJŞ’ê silav kir

Navenda Nûçeyan |

Bi rasthatina salvegera 6’emîn a komkujiya li Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ’ê di 2014`an de li dijî civaka êzidî pêk anîbû, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEM’ê, komkujiya li Şengelê û sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên der exlaqî yên li dijî jinan û civaka êzidî şermezar kirin û wiha got: “Çeteyan ji komkujiyê û sûcên ku kirine, armanc dikirin êzidiyan qir bikin û çand û dîroka wan tune bikin.”

TEV-DEM’ê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên çete tevahiya cureyên çekan û yên qedexekirî bi kar anîn û komkijiyên hovane yên dûrî nirx û pîvanên navdewletî pêk anîn û ev tişt diyar kir: “Çeteyan cudahî nekirin di navbera jin, zarok û temen mezin de. Heta cihên dîrokî ji sûcên wan nefilitîn.”

TEV-DEM’ê bal kişand ser ku tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê nikarîn li Şengelê pêk bînin û diyar kir ku piştevanê komên çete Erdogan bi êrîşên li ser Şengalê dixwaze heman tiştî bike.

TEV-DEM’ê berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê silav kir û bi bîr xist ku şervanan berxwedanek destanî nîşan da û Şengal parast û diyar kir ku qurbaniyên ku li Şengalê hatin dayîn bûna zemîna rêya wan a îro.

Her wiha TEV-DEM’ê sersaxî ji civaka êzidî re xwest û piştgiriya xwe bi civaka êzidî re heta ku bi dawîbûna êrîşan, rave kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar