Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TEV-DEM’ê qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê bi bîr anî

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya 15’emîn salvegera Komkujiya Qamişloyê daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn

Di 12’ê adara sala 2004’an de li Stadyûma Qamişloyê di dema maça futbolê ya di navbera Tîma Qamişloyê û Tîma Dêrazorê de hin komên şovenîst provokasyon kiribûn. TEV-DEM’ê bi boneya 15’êmîn salvegera Komkujiya Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber vê provokasyonê zêdetirî 40 kurd, hin leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de şehîdên Komkujiya Qamişloyê bi rêzdarî hatin bîranîn. TEV-DEM’ê da zanîn ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû tengezariyeke cidî rû neda û diyar kir ku piştî Ocalan di sala 1999’an de ji ber komployeke navneteweyî dîl hate girtin, rejîma Sûriyeyê dest bi pêkanîna polîtîkayên li dijî kurdan kir.

Sedemên alozî û helweşîna Sûriyeyê

TEV-DEM’ê da zanîn ku ev polîtîkaya rejîmê bû sedem ku şovenîzma li dijî kurdan derkeve asta herî jor û wiha domand: “Komkujiya 12’ê Adarê jî encama van polîtîkayan e. Piştre krîzên civakî û siyasî derketin pêşiya Sûriyeyê û ji sala 2011’an û pê ve jî hilweşîneke mezin li Sûriyeyê rû da. Dewleta Sûriyeyê li şûna qîmetê bide têkiliyên di dema Rêber Apo re hatine danîn, bi dewleta tirk re têkilî danî û kete nava helwesteke dijberiya kurdan. Ji ber vê yekê jî hevsengiyên siyasî û civakî têk çûn, bi vî rengî rewşa niha derket holê. Vê rastiyê nîşan daye ku aştî û aramiya li Sûriyeyê bi avakirina sîstemeke demokratîk pêkane ku xwe bispêre çareseriya pirsgirêka kurd û biratiya gelan.”

‘Serhildanên li dijî komkujiyê bingeha şoreşê ava kir’

Di berdewamê de TEV-DEM’ê nerazîbûna li her devera Rojava, li Helebê, li Şamê ya li dijî Komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişloyê bi bîr xist û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Serhildanên ku piştî Komkujiya Qamişloyê ya sala 2004’an rû dan, bû bingeheke girîng ji Şoreşa Rojava re ku di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir. Şoreşa Rojava û sîstema demokratîk a ku gelên bakurê Sûriyeyê afirandine, zîhniyeta şovenîst a gelan li ber hev radike têk biriye. Êdî li bakurê Sûriyeyê biratiya ereb, kurd û suryanan afiriye ku mîna sala 2004’an provokasyon nikarin bên kirin. Dem hatiye ku êdî Sûriyeyeke demokratîk were afirandin ku tu carî dijminatî di navbera gelan de nikaribe derkeve holê.

Em bang li gelên Sûriyeyê, hêzên demokratîk welatparêz ên Sûriyeyê û rêveberiya dewletê ya heyî dikin ku dersê ji vê komkujiyê û bûyerên dema dawî qewimîne derxînin, li ser xeta neteweya demokratîk ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk bi berpirsyarî tevbigerin. Têkoşîna ku em ji sala 2011’an û vir ve didin û keda şehîdan wê teqez Kurdistana azad û Sûriyeya demokratîk saz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar