Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tevahiya Çiyayên Mûnzûrê kirin qada madenê!

Endamê Desteya Rêvebir a TMMOB’ê Cemalettîn Kuçuk, bilêv kir ku tevahiya Çiyayên Mûnzûrê wekî qada madenê hatine îlankirin.

Li Dersimê hema bêje her roj ji bo madenê qadên nû tên texrîbkirin. Niha jî tê gotin tevahiya Çiyayên Mûnzûrê wekî qada madenê hatine îlankirin.

Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Cemalettîn Kuçuk got: “Wekî qada madenê nêzî vê herêmê dibin. Li vê herêmê ava herî paqij a cîhanê heye.”

Kuçuk, bi bîr xist ku Çiyayên Mûznûrê ku dirêjahiya wê 60 kîlometre ye tevahî wekî qada madenê hatiye îlankirin. Kuçuk got: “Şerê di navbera Îsraîl û Filîtînê de ne şerê dîn e, şerê avê ye. Li vê erdnîgariyê şer amûrek e. Wê van herêman ji mirovan xalî bikin û bênasname bikin. Bênasnametî, bêrûmetî ye. Armanc ew e ku gelê herêmê nikaribe debara xwe bike.”

Kuçuk, destnîşan kir ku bêyî erdnîgarî ji hev bên veqetandin divê hevpariyek hebe û got: “Bêyî Edîrne û Kars, Amed û Trabzon, Îzmîr û Wan ji hev bên veqetandin, divê di çarçoveya jiyaneke hevpar de em pevguherandinê bikin û li ser modelên hilberînê biaxivin. Divê em bi awayekî aplûteyî tev bigerin.”

‘Em ê xaka xwe biparêzin’ 

Kuçuk got “Li Tirkiyeyê der barê enerjiyê de derewel heye. Li Tirkiyeyê pergalên enerjiyê yên heyî, gelekî di ser kapasîteya xwe re ne. Lê hîn jî dibêjin têr nake û ji bo sektoran li tevahiya ernîgariyê bi cih dikin. Ev bi temamî di dest sermayeya biyanî de ye. Ev pergalên otomatîk xwezayê serobino dikin. Hîn jî pergalên enerjiyê ava dikin. Ev derew e. Civakê dixapînin.”

Kuçuk got: “Divê em xwedî li ava xwe, daristana xwe, erdnîgariya xwe û qadên xwe yên jiyanê derkevin. Mirov, li bajaran di girtîgehan de dijîn. Divê em ji van girtîgehan xelas bibin. Ji bo şînahiyê em derdikevin derveyî bajêr. Helbet ji bo vê em ê axa xwe biparêzin.” DÊRSIM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar