Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tevahiya xelkê Kurdistanê piştgiriya gerîla dike’

Dayika Şehîd Germiyan, Rêzan Esker bal kişand ser rabûriya tahl a şerê navxweyî û diyar kir ku divê êdî şerê wiha rû nede û got: “Divê PDK piştrast be ku tevahiya xelkê Kurdistanê piştgiriya PKK û berxwedana wê dike. Gerîla xwîşk û birayên me ne.”

Dayika yekem şehidê xwepêşandana 11’ê Sibata 2011’an û biryarê qurbaniyek şerê di navbera PDK û YNK’ê de, Rêzan Esker banga yekrêziyê û derneketina şerê navxweyî kir û wiha got: “Pêwîst e şerê birakujiyê rû nede. Li gel şerê birakujiyê me rabûriyek tehl heye. Bi hezaran ciwan şehîd bû birîndar bûn. Yek ji şehîdên şerê navxweyî birayê min e ku ji aliyê çekdarên PDK’ê ve şehîd bû.”

Rêzan qala şehîdbûna kurê xwe yê 9 salî kir û wiha domand: “Li ber Şaxê 19’an a PDK’ê ya li Çemçemal li dijî gendelî û nedadperwerî xwepêşandan kir û kurê min şehîd kirin. Ji bo li ser kursiyê desthilatê bimînin wiha kirin. Tişta ku PDK li başûrê Kurdistanê dike, nîşaneya dawiya wê ye. Divê PDK piştrast be ku tevahiya xelkê Kurdistanê piştgiriya PKK û berxwedana wê dike. Gerîla xwîşk û birayên me ne.”

Ji bo çi kesên berpirsyar bêdeng in

Di axaftina xwe de Rêzan Esker aşkera kir ku ev çend meh in êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Başûr berdewam dikin û wiha domand: “Cihê pirsyarê ye, ji ber çi serokê hikûmet, serokatiya Herêma Kurdistanê û tevahiya hizbên siyasî li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng in.”

‘Divê li her cihî Kurd ji bo welatê xwe têkoşînê bikin’

Rêzan bal kişand ser sewqiyata çekdarên PDK’ê ya ber bi hêzên gerîla ve û wiha pêde çû: “Tişta ku PKK dike li ser heqiyê ye. Tiştka ku PDK û Tirkiye dike, li hemberî xak, çiya û jîngeha Kurdistanê neheqiye. Lewma divê li tevahiya bajar û navçeyan xelk bibe xwedî helwest û dengê xwe derbixin. Ev karasata ku li ser me hatiye aliyên siyasî berpirsyar in. Divê xelkê Kurdistanê ji zarok heta kesên bi temen parastina xaka Kurdistanê bikin û berxwedana gerîla bilind bikin. PDK partiyek malbatî û xweferzkirinê ye. Di dîrokê de xelkê Kurdistanê û xelkê me firotiye dewleta tirk. Divê li her cihî kurd ji bo welatê xwe têkoşînê bikin.”

Her wiha Rêzan Esker herî dawî wiha fikarên xwe anî ziman: “Deriyê Başûr ji dewleta tirk ve vekiriye. Lê ji gerîla û dayikên şehîdan re girtiye. Li hemberî asta bêdengiya li dijî dagirkeriya tirk a li ser xak Kurdistanê hemû partî, bi taybet PDK sûcdar in.” ÇEMÇEMAL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar